CENTCOM: Me li Tengava Hurmizê rê li ber êrişeke Îranê girt

.

Artêşa Amerîkayê ragihand, wan li Tengava Hurmizê çend dronên Îranê xistine. Tevî vê aloziya serbazî, daxuyaniyên ji Tehran, Islamabad û Washingtonê nîşan didin ku her du welat ji her demê, nêzîktirî rêkeftineke aştiyê ne.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, hêzên wan li Tengava Hurmizê çend dronên êrişbir ên Îranê xistine xwarê. Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, Îranê ev dron bi armanca lêdana keştiyên bazirganî şandibûn. CENTCOMê her wiha tekez kir ku tevî van hewildanan, Tengava Hurmizê li pêşiya çûnûhatina keştiyan vekirî maye.

Li aliyê dîplomatîk, Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî ragihand, her çend hîn bi fermî "yadaşta hevtêgehiştinê" nehatibe îmzekirin û dibe ku hin guhertin tê de çêbibin jî, lê gihîştina rêkeftinekê ji her demê nêzîktir e.

Di heman çarçoveyê de, Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf aşkere kir ku nivîseke dawî û lihevkirî ji bo rêkeftina aştiyê ya di navbera Tehran û Washingtonê de hatiye amadekirin. Şerîf diyar kir, welatê wî wekî navbeynkar ji nêzîk ve bi her du aliyan re kar dike, da ku pêngavên dawî bên temamkirin.

Li gorî agahiyên derketine pêş, reşnivîsa rêkeftinê van xalên li jêr li xwe digire:

- Bidawîhatina şer: Ragihandina rawestandina şer li hemû eniyan, di nav de ya Libnanê jî.

- Rakirina dorpêçan: Dawîanîna li dorpêçên aborî û vekirina asayî ya Tengava Hurmizê.

- Dosyeya Atomî: Kêmkirina xestiya uranyuma dewlemendkirî li nava Îranê û paşxistina gotûbêjên teknîkî yên atomî bo qonaxên din.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser hesabê xwe yê tora civakî "X", peyameke Wezîrê Derve yê Îranê Araqçî parve kir ku tê de hatibû gotin "rêkeftin pir nêzîk e". Ev gava Trump wekî nîşaneyekê tê dîtin ku li pişt perdê di navbera her du welatan de hevtêgehiştineke cidî pêk hatiye.

Kurdistan Haberleri

Îranê li ser dema peymana bi Amerîkayê re daxuyaniyeke nû da
Sepandina cezayê 6 sal girtin û 80 qamçiyan li ser hunermendekî kurd
Wezîrê enerjiya Amerîka got: Şandina nefta Îranê gihaye Sifir
Xalid Ezîzî: Tu çek ji aliyê Amerîkayê ve ji bo me nehatiye şandin
Îsraîl: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin