Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de eşkere kir, "Îranê gelek dron ber bi keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê ve avêtine."
CENTCOMa ku serpereştiya operasyonên Amerîkayê yên li herêmê dike, destnîşan kir ku hêzên Amerîkayê di çend demjimêrên borî de ew dron têk birine.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê li ser rewşa Tengava Hurmizê û liv û tevgera bazirganiyê garantî da û diyar kir ku çûn û hatina keştiyan bêyî ti astengiyan didome û "rêya navneteweyî ji transîtê re vekirî maye."
CENTCOMê anî ziman ku hêzên wan bi awayekî "tund" dorpêça deryayî ya li ser Îranê didomînin.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên Amerîkayê ji 13ê Nîsanê ve berê 139 keştiyên bazirganiyê guherandiye û 9 keştî jî ji kar xistine ku pêbendî rênimayên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê nebûne.
Ev rûbirûbûn tenê çend demjimêran piştî wê yekê hat ku berpirsên her du welatan ragihand, gihîştina bi peymanekê ya ji bo bidawîanîna şer gelekî nêzîk e.