CENTCOM: Hêzên me ji bo parastina keştiyên bazirganiyê di amadebaşiyê de ne

.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, ji bo mîsogerkirina azadiya deryavanî li Tengava Hurmizê û sepandina dorpêça li ser Îranê, operasyona bi navê "Projeya Azadiyê" dest pê kiriye.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), li ser hesabê xwe yê tora civakî “X”, agahiyên nû derbarê liv û tevgerên xwe yên leşkerî li Rojhilata Navîn parve kirin. CENTCOM’ê eşkere kir ku operasyoneke berfireh bi navê "Projeya Azadiyê" (Project Freedom) hatiye destpêkirin.

Li gorî daxuyaniyê, keştiya êrîşê ya derya-bejayî USS Tripoli (LHA 7) li avên Deryaya Ereban hatiye bicihkirin. Hat ragihandin ku zêdetirî 100 firokeyên şer ên pêşkeftî, di nav de firokeyên F-16, beşdarî vê operasyonê dibin. Ev firoke hem ji bingehên li ser bejayî û hem jî ji ser keştiyên şer radibin da ku asayîşa rêrewa navdewletî biparêzin.

CENTCOM’ê destnîşan kir, armanca sereke ya vê operasyonê, sepandina dorpêça deryayî ya li ser bendergehên Îranê ye. Fermandarê CENTCOM’ê Brad Cooper di vê barê de got: "Piştgiriya me ya ji bo vê erkê berevaniyê, ji bo asayîşa herêmî û aboriya cîhanê pêdiviyeke mîsoger e. Em di heman demê de dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê, ya ku Washingtonê berî çend hefteyan ferz kiriye, diparêzin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja 3ê Gulanê li ser platforma "Truth Social" ragihandibû, operasyon dê roja Duşemê dest pê bike. Trump diyar kiribû ku "welatên bêalî" ji bo rizgarkirina keştiyên xwe yên ku li Tengava Hurmizê asê mane, daxwaza alîkariyê ji Amerîkayê kirine. Trump her wiha hişyariyeke tund da Îranê ku ti astengiyan li pêşiya vê operasyonê dernexîne.

CENTCOM tekez dike ku ev liv û tevger di çarçoveya "operasyoneke berevaniyê" de ne û armanc tenê parastina ewlehiya hêzên Amerîkayê û misogerkirina çûnûhatina azad a keştiyên bazirganî ye di Tengava Hurmizê de, ku wekî yek ji girîngtirîn rêyên deryayî yên cîhanê tê naskirin.

Kurdistan Haberleri

Koleksyona Jaba Aleksander Auguste - Ekrem Önen*
Balyozê Amerîkayê behsa projeya Tengava Hurmizê kir
Trump gef li Îranê xwar: Em dê Îranê ji ser rûyê erdê rakin
PWK: 4ê Gulanê destpêka Jenosîda Dêrsimê ye
PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî