CENTCOM: Dorpêça deryayî ya li ser Îranê arasteya 115 keştiyên bazirganî guhart

.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji ber dorpêça deryayî ya li ser Îranê, wan arasteya 115 keştiyên bazirganî guhartiye daku misoger bikin tu keştiyeke bazirganî nagihîje benderên Îranê û tu keştiyek jî ji wan benderan dernakeve.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Înî, 29ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku heta 29ê vê mehê (Gulanê), ji ber sepandina dorpêça deryayî ya tund a li ser Îranê, wan arasteya 115 keştiyên bazirganî guhertiye.

CENTCOMê tekez jî kir ku ev pêngav bo wê yekê bûye ku rêyê li her livîneke deryayî ya bazirganî bigirin û pişrast bin ku tu keştiyeke bazirganî negehiştiye benderên Îranê û tu keştiyek jî ji wan benderan dernakeve.

Zirara rojane ya 500 mîlyon dolarî û dîwarê polayî yê Trump

Ev dorpêça deryayî ya li ser Îranê bi fermana rasterast a Serokê Amerîkayê Donald Trump ji 13ê nîsana borî ve hatiye destpêkirin. Serokê Amerîkayê gelek caran di daxuyaniyên xwe de tekez li ser wê yekê kiriye ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê mîna "dîwarekî polayî" ye û rojane bi bihayê 500 mîlyon dolaran zirarê dighîne sektora aborî ya Îranê.

Tehran: 24 keştî bi hevahengî di Tengava Hurmizê re derbaz bûn

Ji aliyekê din ve, kanala televizyonî ya "Xeber"ê ya fermî ya Îranî jî her îro belav kir ku di 24 saetên borî de, rê bi derbazbûna 24 keştiyên bazirganî hatiye dan. Li gorî medya Îranî, pişkek ji van keştiyan di rêya Tengava Hurmizê re ber bi Kendava Omanê, Deryaya Erebî û Okyanûsan ve bi rê ketine û pişkeke din jî di wê tengavê re vegeryane nav Kendavê.

Li gorî wan zanyarên ku kanala televizyonî ya Îranî amaje pê daye, derbazbûna wan 24 keştiyên bazirganî bi rêya hevahengiyeke rasterast ligel Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran û Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bûye.

Kurdistan Haberleri

RAPOR - Amerîka: Pêşmerge li hemberî êrişên Îranê bêparastin in
Axaftina keça Eyup Alacabey, Nûjîn xanê, ya li ser gora bavê xwe
Çarenivîsa YPJyê dê li Sûriyeyê çawa be?
Trump mercên xwe yên ji bo peymana bi Îranê eşkere kirin
Aliyên siyasî li ser banga Serok Barzanî çi dibêjin?