CENTCOM: Di êrîşên Îranê de 2 serbazên Amerîkî li Urdinê hatin kuştin

.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, di êrîşên mûşekî û dironî yên Îranê de li ser xaka Urdinê, 2 serbazên wan hatine kuştin û serbazek jî winda ye.

CENTCOMê îro 18ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê aşkere kir, hêzên wan û hevpeymanên wan duh li Urdinê rûbirûyî pêleke dijwar a mûşekên balîstîk û dronên Îranê bûne.

Li gorî daxuyaniyê, di dema rûbirûbûna êrîşan de, 2 serbazên Amerîkî hatine kuştin, serbazek winda bûye û 4 serbaz birîndar jî bûne. Herwiha diyar kir jî rewşa birîndaran baş e û ji nexweşxaneyê derketine.

CENTCOMê amaje bi wê yekê kir ku ji ber rêzgirtina li malbatên qurbaniyan, nasnameya serbazan heta 24 saetan nayê aşkerekirin.

Ji aliyê din ve, Supaya Pasdaran a Îranê berpirsiyariya êrîşan girt ser xwe û ragihand ku ev operasyon wekî bersivdayîna êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê hatiye kirin. 

Supaya Pasdaran da zanîn jî, di êrîşê de "firokeyên şer û tankêrên sotemeniyê" yên Amerîkayê hatine têkbirin û ziyanên mezin gihandine binesaziya leşkerî ya Amerîkayê ya li Urdinê.

Kurdistan Haberleri

KOMÎSYONA HEWLDANA YEKÎTÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ LI AMEDÊ ÎRAN PROTESTO KIR
Li bajarê Düsseldorfê çalakiyeke hunerî û rewşenbîrî ya pir dewlemend hat lidarxistin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeyeke mezin a ava vexwarinê vedike
Petrola Kerkûkê dê bi rêya boriyên Herêma Kurdistanê were hinartin
Konseya Ewropayê: Tirkiye di hejmara girtiyan de li Ewropayê yekem e