Çendîn welatan daxwaz ji xelkê xwe kirine ku bi lezgînî ji Îranê derkevin

.

Çendîn welatan ên wek “Firanse, Kanada, Ustraliya, Amerîka û Alman” û zaf welatê Ewropayî, huşdarî dane welatiyên xwe ku xwe ji serdana Îranê biparêzin û yên ku niha li Îranê de ne bi lez ji Îranê derkevin. Ev yek li halekê de ye ku pêştir jî Wezareta Derve ya çendîn welatan ên wek Swêd û Danmark, daxwaza derketina lezgîn a xelkê xwe ji Îranê kiribûn.

Li vê dawiy de welatên wek “Hindistan, Îtaliya, Holend, Firanse, Lehistan û Îspaniya”yê jî daxwaz ji xelkê xwe yên li Îranê de kirine ku bi lezgînî ji Îranê derkevin û ragihandine ku egera şer li Îranê gelek zêde bûye.

Herwisa wan welatan ragihandine, bi sedema zêdebûna eger şer li Îranê, xelkê wan bi her awayek bikarin dibe ji Îranê derkevin.

Ji aliyê din ve rêjîma Îranê pêka bingeha siyaseta xwe, bi barimtegirtin wek alavek bo givaşxistin û bandor li ser biryardana welatan û veguherîna terorîstên xwe yên binçavkirî li welatên din, her tim bi kar aniye û bi eşkere vê bi rê ve dibe.

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin