Cenazeyê Remezan Xoce li Amedê hat veşartin

.

Remezan Xoceyê Amedî ku bi nêrîna xwe ya Îslamî û şîrovekirina xwe ya Quranê di dilê gelek kesan de cihê xwe girtibû, li Stenbolê hat kuştin.

Bi kuştina wî re rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serobino bû. Cenazeyê wî li Amedê ji aliyê bi hezaran kesan ve li Goristana Ber Bircên Amedê hat veşartin.

Hezkiriyên wî xwest kuştina wî bê zelalkirin û li pişt vê kuştinê kî hebin, bi cezayên giran bêne cezakirin.

Ramazan Boçkunê bi navê ku tê naskirin Remezan Xoceyê Amedî dema li çayxaneya xwe ya li Stenbolê nimêj dikir, ji aliyê kes an jî kesan ve bi kêran hat kuştin.

Der û cîran û dikandarên derdorê li ber kuştina wî heyirî mane. Ew kuştina Remezan Xoce wekî kuştineke tarî û plankirî dibînin.

Xwuşka Remezan; li ser tabuta Remezan axiwi û got 'Remezan li ser nimêjê hate kuştun. Êdî ez enîya xwe danaynim ser secadê û ez edî nimêj nakim.'

Bi tekbîr û silogana Allahû ekber cenaze rakirin gorîstanê.

Rûpela Nû/Amed

Siyaset Haberleri

Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Îtlaet û Pasdaran hatin bombebarankirin
Serokê Alman armanca êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo cibicêkirina 3 xala ragihand