Cenazeyê Eyup Alacabay Bi Beşdarîya Girseyeke Mezin Li Dêrikê Hate Veşartin
Welatperwerê kurd, kadroyekî rêber, pêşeng û têkoşerê doza azadî û serxwebûna Kurdistanê, damezrêner û rêvebirê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Eyup Alacabey, şeva 24.06.2026ê, Li Stockholm a paytextê Swêdê, ji ber nexweşîya penceşêrê koça dawî kir, ji nav me bar kir.
Cenazeyê Eyup Alacabey, roja 28.06.2026ê, gihîşt Balafirgeha Mêrdînê.
Girseya ku hatibûn balafirgehê, bi cenazeya kek Eyup Alacabey ve, bi konvoyeke mezin ya otomobîlan ber bi Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê birêketin.
Cenazeyê Eyup Alacabey gihîşt Mezelê Kalokê yê Dêrike.
Girseyeke mezin ji Dêrikê û ji gelek cîhên Kurdistanê û Ewropayê hatibûn ser mezelê Eyup Alacabey bûn.
Herweha nûnerên gelek partîyên sîyasî û dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar ên kurd jî beşdarî merasîma cenazeyê û şînê bûn.
Mezelê Eyup Alacabey bi Alaya Kurdistanê hate pêçan.
Li ser navê PWKyê çelengek û gulên sor li ser mezelî hate danin.
Li ser cenazeyê telqîna bi kurdî hate xwendin.
Paşê Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Nezîr Gelerî kurte axaftinek kir, ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin û Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk di derbarê jîyan, têkoşîn û xebata Eyup Alacabey de axaftinek kir. Li ser navê malbatê jî keça kek Eyup, Nûjîn xanê axaftinek hestyar kir û spasîya hemû beşdaran kir.
Sîyasetmedarê kurd Îbrahîm Guçlu jî di derbarê kesayet û rola Eyup Alacabey de kurte axaftinek kir.
Piştî merasîma li ser mezelî, girse çûn Mala Şînê ya Tacaran. Şîn dê di rojê 28,29,30ê gulanê li Mala Şînê ya Tacaran bê danîn.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)