Cenazeyê dîktator ji 'Newala Şehîdan' birin nav gora malbatê

Dîktatorê Spanyayê Francisco Franco li abîdeyê bû lê îro ew ji abîdeyê derxistin û birin li goristana malbatê definkirin. Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez li ser vê wisa got: "Şerma ji alîyê ehlaqî ve îro bi dawî bû."

Navenda Nûçeyan- Di navbera 1939-1975'an de Spanya bi dîktatorî hat bi rê ve birin. Van salan dîktator Francisco Franco welat bi rê ve bir û gelek êş bi gelên Spanyayê da jîyîn. Ew di 20'ê sermaweza 1975'an de mir û cenazeyê wî li "Newala Şehîdan" hatibû definkirin. Piştî 44 salan cenaze ji wir hat derxistin û li goristana malbata wî ya li Mingorrubio hat definkirin.

 

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez li ser vê wisa got: "Şerma ji alîyê ehlaqî ve îro bi dawî bû" û wisa dom kir: "Li welatekî demokratîk a wekî Spanyayê nedibû gora dîktatorekî li cihek wisa ba, ev yek şerm bû, ji îro pêde dê Newala Şehîdan bi mexdûrên rejima dîktator bê bibîranîn."

Her wiha Sanchez got ku demokrasiya me ne tenê li ber çavên me li ber çavên dinyayê prestîja wê bilindtir dibe.

Piştî pêvajoyeke dû dirêj Dadgeha Bilind a Spanyayê dawîya meha borî biryara veguhastina gorê dîktator dabû.

Çavkanî: Dîyarname

 

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir