- Siyasetmedarê Partiya Keskan a Almanyayê Cem Ozdemîr got, “Ji bo rêzê li Kurdan bigirim ez bi Soranî û Kurmancî axivîm.”
Wezîrê berê yê Çandiniyê yê Almanyayê Cem Ozdemîr, beşdarî konsera Koma Amedê ya li Stuttgartê bû.
Armanca konserê, piştgiriya Nexweşxaneya Sinûnê ya Şingalê bû.
Cem Ozdemîrê namzedê Serokwezîriya Eyaleta Baden-Wurttembergêji Rûdawê re axivî û peyamên girîng dan.
Ozdemîr di konserê de bi her du zaravayên Kurdî (Kurmancî û Soranî) bixêrhatina mêvanan kir.
"Min xwest ez rêzê li wan bigirim"
Cem Ozdemîr li ser sedema axaftina xwe ya bi Kurdî got:
"Min baş dît ku bi zimanê wan bi xelkê re biaxivim, bi Soranî û Kurmancî.
Ev jî nîşandana rêzê ye ji bo wî xelkî ku ev qas êş û azar kişandine."
"Ez dersînorkirina Êzidiyan fehm nakim"
Ozdemîr bal kişand ser mijara dersînorkirina penaberên Kurd ên Êzidî û rexneyên tund li siyaseta heyî girtin.
Siyasetmedar Ozdemîr got, "Gelek jinên Kurd ên Êzidî ji destê DAIŞê rizgar nebûne. Ez hêvîdar im ku hemû kesên di destê DAIŞê de dîl in karibin vegerin nav malbatên xwe.
Tiştê ez jê fehm nakim ew e ku mixabin CDU (Partiya Xirîstiyan a Demokrat) rê li ber gihandina malbatan digire.
Mijar tenê li ser 200 kesan e. Ez dersînorkirina kesên kesên asayî wekî Êzidiyan a ji aliyê Berlînê fehm nakim.
Neteweperestên Tirk û Îslamîst li vir hene û tiştek bi wan nayê lê Êzidî tên dersînorkirin. Ev ne rast e."
Soza ji bo Êzidiyan
Cem Ozdemîr, eger bibe Serokwezîrê eyaletê, soz da ku dê ji bo Êzidiyan çi bike:
"Tiştê ku Êzidî dixwazin ew e ku bên cem malbatên xwe. Ez dê her tiştî bikim da ku ev yek pêk were.”
"Koma Amed pir baş bû"
Ozdemîr li ser konsera Koma Amed jî got, “Gelekî xweş e ku komeke karîger a mûzîkê ya Amedê yan Diyarbekirê li vir, li Stuttgartê konserê dide.
Ji beşdariya xelkê diyar e ku xelk çi qasî bêriya wê yekê kiriye ku tiştên wiha werin kirin û em êşa vî xelkê ji bîr nekin ku li ser destê DAIŞê gelek nexweşî dîtine.”
Rûdaw