Parêzerê qurbaniyên Enfalê yê di dosyeya Ecac de eşkere kir ku tawanbar di îtirafên xwe de navê gelek efserên berê yên artêşa Îraqê daye ku destê wan di Enfala Kurdan de hebûye.
Parêzer Eyad Kakeyî ji Rûdawê re eşkere kir ku Ecac li ser wergirtina 3 hezar Kurdên enfalbûyî yên li kela Nugreselmanê mikur hatiye û got:
"Ji van 3 hezar kesî, beşek hatine şehîdkirin, çarenivîsa beşekî hîn ne diyar e û tenê hejmareke kêm ji wan rizgar bûne."
Eyad Kakeyî wiha pê de çû, "Niha aliyên pêwendîdar di qonaxa lêpirsîn û lêgerînê de ne da ku wan efserên berê yên serdemê Beasê bibînin ku Ecac navê wan daye. Armanc ew e ku ew efser jî werin darizandin."
Biryara îdamê li ber destê Serokkomar e
Kakeyî li ser dosyeya Ecacê ku biryara cezayê bidarvekirinê ji bo wî derketiye got:
"Kar û barên biryarê li dadgehê bi dawî bûne. Di van rojan de dê biryar pêşkêşî Serokkomarê Îraqê were kirin da ku îmze bike."
Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê 14ê Gulana 2026an, cezayê bidarvekirinê li Ecac Ehmed Herdan Zûayter El-Ubeydî birîbû.
Bi tawanbariya kuştina hezar û 68 girtiyan hat mehkûmkirin
Li gorî belgeyeke dadgehê ku kopiyek jê gihîştiye destê Rûdawê, Ecac bi tawanbariya kuştina hezar û 68 girtiyan hatiye mehkûmkirin.
Ev girtî li Nugreselmanê ji ber birçîbûn, tîbûn û şkenceya heta asta mirinê, windakirina bi zorê ya malbatan û zarokên wan, her wiha ji ber destdirêjiya seksî ya li ser jinên girtî canê xwe ji dest da.
Eyad Kakeyî her wiha got, "Piştî pejirandina ji aliyê dadgeha temyizê ya federal ve, biryar ketiye qonaxa dawî û ji bo bicihkirinê amade ye."
Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî bi navên “Celadê Nugreselmanê” û “Celadê Enfalê” jî tê naskirin.
Ecac Tikrîtî yê ku 31ê Tîrmeha 2025an hat girtin, di dîroka Enfalê de wekî yek ji navên "herî hov" tê naskirin.
Roja 7ê Gulana îsal, 26 şahid û rizgarbûyên Enfalê li ber dadgehê şahidiya xwe ya li ser tawanên wî da û hûrgiliyên wan êş û janên ku bi serê wan de hatibûn vegotin.