Celadê Nugre Salmanê Hecac Tikrîtî hat girtin

.

 Celadê navdar ê Zindana Nugre Salmanê Hecac Tikrîtî (Ajaj Tikrîtî) ku di dema Komkujiya Enfalê de dijî gelê Başûrê Kurdistanê tawanên hovane kiribûn hat girtin.

Ofîsa Xanima Yekem a Îraqê Şahnaz Îbrahîm Ehmedê ragihand ku tawanbarê bi navê Hecac Ehmed Herdan hatiye desteserkirin.

Navê wî yê tam Hecac Ehmed Herdan et-Tikrîtî ye, xelkê bajarê Tikrîtê ye û ji heman eşîra Sedam Husên ji eşîra Ebûnasir e.

Lêkolîna Rûdawê ya 2017an û çîroka wêneyên Hecac

Sala 1988an, di operasyoneke mezin û plankirî ya rejîma Beasê de, pêvajoya Enfalê ya li dijî Kurdan bi 8 qonaxan dest pê kir.

Li gorî vegotinên rizgarbûyan, piştî girtinê, ciwan ji jin, zarok û pîran hatine cudakirin.

Ciwan ber bi çalên mirinê ve hatine şandin û yên din jî bo zindana tirsnak a Nugre Salmanê ya li ser sînorê Îraq û Erebistana Siûdî hatine veguhastin.

Bi hezaran enfalkiriyên li Nugre Salmanê rojane ji aliyê celadekî bi navê Hecac Tikrîtî ve ku wekî "Hecac" jî dihat naskirin, rastî şkenceyên hovane dihatin.

Wêneyê wî celadî tenê di bîranînên rizgarbûyan de mabû. Rûdaw, di lêkolîneke sala 2017an de, hewl da ku yekane wêneyê wî celadî bibîne.

Dîtina wêneyan Hecac Tikrîtî

Di dema lêkolînê de, tîma Rûdawê li Besrayê agahî wergirt ku du wêneyên Hecac li cem kesekî hene.

Ew kes xizmê yekî bû ku di salên heştêyî de bi Hecac re perwerdeya leşkerî dîtibû. Piştî hevdîtinê, du wêneyên reş û spî derketin holê.

Di wêneyê yekem de, Hecac wekî zilamekî cuse mezin û bi simbêlên boq marekî bi zindî dixwe.

Di wêneyê duyem de Hecac kîvroşkekî bi zindî ji eyarê ango postê wî dike. Di çavên wî de hovîtî û dilreqî diyar e.

Piştrastkirina nasnameyê li Nugrê Salmanê û Helebceyê

Ji bo piştrastkirinê, nûçegihanê Rûdawê çû Zindana Nugrê Salmanê. Li wir, şahidekî bi navê Azab Şemerî ku di zarokatiya xwe de Hecac dîtibû, di wî wêneyê de ew nas kir û got, "Ew kesê bi simbêlên boq ew bi xwe ye, Hecac e."

Piştrastkirina dawî li Helebceyê pêk hat. Pênc rizgarbûyên Nugre Salmanê ku wê demê di xortaniya xwe de bûn û Hecac ji nêz ve dîtibûn wêneyên wî dîtin.

Wan jî bê dudilî ew kesê ku di wêne dîtin naskirin û diyarkirin ku ew Hecac Tikritî ye û piştrast kirin ku ew, heman celadê dilbêrehm e ku li Nugre Salmanê şkence li wan kiriye.

Ofîsa Şahnaz Îbrahîm Ehmedê ji girtiyên Enfalê û malbatên girtiyan û kesên bêserûşûnkirî dike ku ji bo gilîkirina Hecac Tikrîtî bi wan re bikevin dan û standinê.

Kurdistan Haberleri

Heyder Şeşo: Em dixwazin ewlehiya Şingalê radestî Pêşmergeyan were kirin
Hakan Fîdan bi şandeya Hamasê re civiya
Barrack: Rexne ji bo Sûriyê li Îsraîlê kir
Di mehekê de 12 kolberên Kurd bûn qurbaniyên êrîşên hêzên Îranê
Xelkê Siwêdayê komîteya lêkolînê ya Şamê red kir: Lêkolîna navdewletî xwestin