Çekdarên SNAyê berî derketinê kampa li Efrînê hilweşandin

.

Hat ragihandin ku malbatên girêdayî Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (ANS) ya ser bi Tirkiyeyê ve, kampa nîştecihbûnê ya "El Emel"ê ya li navçeya Cindirêsê ya Efrînê, berî ku ji herêmê derkevin, bi temamî hilweşandine.

Li gorî çavkaniyên herêmî, ev malbatên ku bi eslê xwe ji Ilibê ne, beriya ku vegerin bajarê xwe, tevahiya avahiyên kampê ji hev xistine û wêran kirine. Kampa El Emelê li herêmeke daristanî li Çiyayê Qazakliyê, li ser rêya di navbera gundên Kefr Sefrê û Hec Hesnayê de hatibû avakirin û bi hezaran malbatên ji Îdlibê tê de hatibûn bicihkirin.

Ji bo avakirina kampê ya ku li ser rûbereke bi qasî 40 heta 50 donimî hatibû çêkirin, bi sedan darên çamê hatibûn birrîn. Di nav kampê de gelek avahiyên weke dibistan, navenda tenduristiyê, mizgeft, baxçeyên piçûk, dikan û bîreke avê hebûn.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirk û komên çekdar ên girêdayî ANSyê ve hat dagîrkirin. Ji wê demê ve, bi hezaran malbatên ji deverên Sûriyeyê li herêmê hatine bicihkirin û ev yek weke beşeke ji siyaseta guherandina demografîk tê dîtin. Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, di vê demê de bi deh hezaran dar li herêmê hatine birrîn û ziyaneke mezin gihîştiye jîngeha herêmê.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin