Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 2 kes li Efrînê revandin

.

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, du welatiyên kurd ji Efrînê revandin. 

Bi nebûna ewlehî û aramiyê li Efrînê re, çekdarên ser bi Tirkiyê sûdê ji rewşê dibînin û bi kiryarên dizî, talan û revandina welatiyan berdewam dibin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Ewlehiya Siyasî roja 16ê vê mehê welatiyê bi navê Îsmaîl Nebî Şêxo ji gundê Qeretep yê ser bi Efrînê revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Wê rêxistinê diyar kir jî, heman grûpê welatiyê bi navê Elî Hesen Hesen bi tometa pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re ji navçeya Şera revandine.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji berî 3 salan ve, bi hezaran welatiyên kurd ji aliyê çekdaran ve hatine revandin û hîna çarenivîsa hejmareke mezin a revandiyan jî ne diyar e.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin