Çekdaran li Raco ya Efrînê pîrejinek îşkence kirin

.

 Çekdarên bi navê Polîsên Leşkerî yên ser bi Tirkiyê ve, li navçeya Raco ya Efrînê, pîrejinek îşkence kirin.

Medyaya xwicehî ragihand, ku li navçeya Racoyê di navbera 2 eşîrên Ereb ên hawirde de ji bo çadirekî şer derket.

Li gor agahiyan, her du eşîran bi çekan şerê hev kirine.

Polîsên Leşkerî yên ser bi Tirkiyê ve jî destwerdan kirine û hewl dan wan kesên ku beşdarî di şer de kirine bigirin, lê jinên wan rê nedan Polîsên Leşkerî ku destwerdan bikin.

Ji ber wê jî wan polîsan li hejmareke jinan dan di nava wan de jineke bi temen û hejmareke jinên din jî desteser kirin.

Kurdistan Haberleri

Sêmalka dê 24 demjimêran vekirî be û deriyê Qamişlo-Nisêbînê jî tê avakirin
Li Viyanayê Dibistana Kurdî: Deriyê xwe ji 800 xwendekaran re vedike
Li Rihayê erdhejek bi hêza 5.4 pileyî rû da
Zeydî û Erdogan li ser radestkirina Baregeha Zêlkanê li hev kir
Scott Bessent: Em ne bawer in şandeya Îranê ya li New Yorkê karibe vegere welatê xwe