Cejna Paskalyayê li Mêrdînê bi peyamên pêkvejiyanê hat pîrozkirin

.

Suryaniyên li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, beşdarî ayîna Cejna Paskalyayê (Cejna Vejînê) ya li Dêra Kirklarê bûn.

Bawermendên Xirîstiyan bi zarokên xwe re çûn dêrê, mûm vêxistin û diayên xwe kirin.

"Hêviya me rawestandina şeran e"

Metropolîtê Mêrdîn û Amedê yê Suryaniyan Salîba Ozmen bal kişand ser şer û aloziyên li Rojhilata Navîn û got:

“Baweriya min ew e ku şer û rûdanên nexweş ên li Filistîn, Libnan, Îraq, Sûriye û Îranê bi saya îrade û jîriya welatê me, heta asteke mezin dê aram bibin.

Welatê me welatekî mezin e. Bi hêviya Xwedê ev yek dê bibe wesîleya rawestandina van şeran."

Bi 4 zimanan sirûd hatin xwendin

Di ayîna ku bi pêşengiya Metropolîtê Mêrdîn û Amedê û peywirdarên olî yên dêrê ve hat lidarxistin de, koroyê bi zimanên Tirkî, Erebî, Îbranî û Suryanî sirûdên olî xwendin.

Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun jî beşdarî merasîmê bû û bal kişand ser pêkvejiyana baweriyan a li bajêr.

"Em şahiya cejnê bi hev re dijîn"

Tuncay Akkoyun kêfxweşiya xwe ya ji ber aştî û pêkvejiyana li Mêrdînê anî ziman û got:

"Salên dûdirêj in ku em li Mêrdînê bi xwişk û birayên xwe yên xwedî baweriyên cuda re bi hev re dijîn.

Metropolîtê me û nûnerên din ên weqfan di meha Remezanê de bûn mêvanên sifreyên me yên fitarê û me bi hev re fitara xwe vekir.

Di Cejna Remezanê de em bi hev re bûn û me şahiya cejnê bi hev re parve kir. Îro jî Cejna Paskalyayê ye û em dîsa vê şahiyê bi hev re dijîn.

Lewma ev rojên taybet dê bibin wesîleyên gelekî girîng ji bo xurtbûna yekîtî, bihevrebûn û biratiya me."

Paskalya ango Cejna Vejînê

Li gorî baweriya Xirîstiyanan, Hezretî Îsa piştî ku hatiye çarmixkirin bi 3 rojan ji nû ve zindî bûye.

Ji ber vê yekê ev cejn bi navê Cejna Vejînê ango Paskalyayê tê pîrozkirin.

Divê were gotin ku li Mêrdînê nêzîkî 4 hezar Xirîstiyanên ji mezhebên Katolîk, Ortodoks û Protestan dijîn.

Kurdistan Haberleri

Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay da roja 20.06.2026ê di konferansa ku li Ruhayê li dar ket
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Roja bavan pîroz be
Girtiya Kurd Kejal Rehmanî 2 hefte ne di grevê de ye: Rewşa wê xirab e
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî 210 efser mezûn dibin
Bi dronê êrîş li mala Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî hate kirin