Çavuşoglu: Ji bo jinavbirina YPGê em ê bi rejîma Sûriyê re hevkariyê bikin

.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu eşkere dike, ew ê ji bo jinavbirina YPGê bi rejîma Sûriyê re hevkariyê bikin, bêyî ku guh bidin hêzên ku piştevaniya wê dikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di berbameyekê televîzyonî de li ser danûstandinên wan ên çaralî yên ligel Sûriye, Îran û Rûsyayê axaft û diyar kir, wan bi rejîmê re biryar girtine ku di asta cîgirên wezîrê derve de komîsyonekê ava bikin û ew komîsyon dê li ser nexşereyekê ji bo vegerandina penaberan kar bike.

Çavuşoglu got jî: Bi milyonan penaber dê li navçeyên di bin kontrola rejîmê de ne, werin vegerandin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de eşkere jî kir, ew ê ji bo jinavbirina YPGê ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi rejîmê re hevkariyê bikin û got, kî piştgiriya YPGê bike bila bike, ew rijd in ku li dijî piştgiriya Amerîkayê û Fransayê jî, YPGê jinav bibin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beriya niha gotibû, welatê wî dê di sala 2023an de gavên pêwîst ji bo avakirina herêmeke ewlehiyê bi kûrahiya 30 km li ser sînorê Sûriyê, bavêje.

K24

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand