Çavuşoglu derbarê ‘Navçeya Aram’ de: Em nahêlin Amerîka me mijûl bike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu derbarê rêkeftina navçeya aram de axivî û got ew rê nadin Amerîka weke proseya Minbicê wan mijûl bike.

Wezîrê Derfe yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu derbarê rêkeftina navçeya aram de axivî û got ew rê nadin Amerîka weke proseya Minbicê wan mijûl bike.


 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê li bajarê Antalya beşdarî merasîma bi boneya cejnê ku ji aliyê partiya wî ve hatibû sazkirin, bû û derbarê rêkeftina ‘Navçeya Aram’ de axivî.


 

Çavuşoglu proseya bajarê Minbicê bibîr xist û got ku Amerîkayê soza xwe ya derbarê wî bajarî de bicih neaniye û her wiha ragihand ku ew rê nadin proseyeke bi wî rengî ku bi gotina wî, ‘mijûlkirin’ e li navçeya aram jî rû bide.


 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, “Berdela wê her çi be jî, rojhilatê Firatê dê bê paqijkirin. Di biryardariya me de guhertinek nîn e. An em dê li gel hev paqij bikin, an jî Tirkiye dê bi tena serê xwe bikeve wê derê. Me çawa ji Efrînê paqijkiribin, me çawa DAIŞî ji Cerablûsê hatibin paqijkirinî, ji rojhilatê Firatê jî em dê YPG,PKKê  paqij bikin. Em nahêlin Amerîka weke proseya Minbicê me mijûl bike. Me ji wan re jî got.”


 

Amerîka û Tirkiyê piştî hevdîtinên şandên serbazî yên herdu aliyan li Enqerê, bi daxuyaniyên cuda aşkere kiribûn ku ew li ser avakirina 'navendeke hevbeş' a ji bo koordînekirina 'Navçeya Aram' li ser axa Rojavayê Kurdistanê gihiştine rêkeftinekê. Herwiha herdu aliyan dabûn xuyakirin, ku ew navçeya aram weke korîdoreke aştiyê, ji bo vegerandina penaberên Sûriyê yên ku li Tirkiyê dimînin, herwiha derbaskirina alîkariyên mirovî were bikaranîn.

  

Siyaset Haberleri

Arşîva Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê hat dizîn: Dest bi lêpirsînê hat kirin
Belgenameyekî nepenî ya CIA’yê li ser rewşa kurdan di sala 1959’an de
Telika sala 1930 ya Tirkiyeya Kemalist: Soza xweseriyê ji bo jinavbirina tevgera kurd
Putin daxwaza hevdîtinê ya Zelensky red kir: ‘Şer hilbijart’
Serok Barzanî, Balyozê Tirkiyeyê qebûl kir