Carter: YPG bi temamî ji Minbicê vekişiye

Pirsa ku niha pir tê kirin eve: Gelo di ber çi de xwîna van lehengên kurd hate rijandin?

Di konferanseka çapemenî de ku duh (8.9.2016) li Londonê li gel hevpîşeyê xwe yê tirk Fikri Işik lidarxist, Ashton Carter wezîrê berevaniya Amerîkayê ragihand ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi temamî ji bajarê Minbicê vekişiyane.

Roja 12 Tebaxa bûrî, Hêzên Sûriye Domkrat (HSD) ku birîtîne ji YPG, YPJ, şervanên bi ser hinek eşîrên ereb ve û grûpeka sûriyanî ku alîgirê rejîma Esed e, Minbic, bi alîkariya hêzên ezmanî û komandosên amerîkî ji ji bin kontrola DAIŞê derxistin û piştre bajar radestî "konseyeka sivîl" kirin ku piraniya ednamên wê, serok jî di nav de, kevneb'sî û alîgirên rejîma Esed in.

Tirkiye daxwaz ji Amerîkayê kir ku YPG bi zûtrîn dem vegere rojhilatê çemê Firatê û tekez kir ku peymaneka wê bi Washingtonê re di vê babetê de heye. Carter duh tekez kir: "daxwaza tirkan bi cih hat".

Li gor gellek jêderên kurd, di şerê rizgarkirina Minbicê de ku behtir ji 70 rojî xayand nêzîkî 1000 keç û xortên kurd jiyana xwe ji dest dan.

Pirsa ku niha pir tê kirin eve: Gelo di ber çi de xwîna van lehengên kurd hate rijandin?
(E.B)

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin