Arif Qurbanî
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û pêkanîna wê beşa projeya Peymana Sykes-Picotê ku ku ji bo dabeşkirina erdnîgariya di bin desthilata Împeratoriya Osmanî de biryar li ser hatibû dayîn, pirsgirêka Kurd û Filistîniyan bi du naverokên cuda bûn xeyseta herî diyar a 100 salên borî yên Rojhilata Navîn.
Brîtanya û hevpeymanên wê, beriya destpêkirina şer û her wiha di dema Şerê Cîhanê de, soz dan wan gel û neteweyên bindestê Osmaniyan ku piştî şer û serketina hevpeymanan, dê ji her gel û neteweyekê re li ser axa wê dewletek were damezirandin.
Di nav wê erdnîgariya dorfireh a ku di bin desthilata Osmaniyan de bû, soza xwe ji bo hemûyan bi cih anîn û rasterast piştî şer dewlet ji wan re hatin avakirin, ji bilî Kurd û Cihûyan.
Berê di Peymana Sêvrê de soza dewletê dabûn Kurdan û di Soza Balfourê de jî peyman dabûn Cihûyan ku li Filistînê dewletekê ji wan re ava bikin.
Tiştê ku ez li vir dixwazim li ser biaxivim û min ew bi pirsgirêka Kurd ve girê daye, têkoşîna gelê Filistînê ya ji bo serxwebûnê ye. Di demekê de ku Erebên Filistînê tekane herêma Erebnişîn a di bin desthilata Osmaniyan de bûn ku ji aliyê Brîtanî û hevpeymanên wan ve ti soz ji bo avakirina dewleteke Ereban bi wan nehatibû dayîn, berevajî vê, soz bi Cihûyan hatibû dayîn ku li ser wê axa Filistînê dewletek ji bo Cihûyan were avakirin.
Lê ji ber ku di wê demê de hejmara Cihûyan li Filistînê gelekî kêm bû, loma ragihandin û naskirina dewleta wan ji bo demekê hat paşxistin heta ku rêxistina Siyonîzmê karibe hejmareke pêwîst a Cihûyan veguhêze wê erdnîgariyê. Wisa piştî 20 salan, sala 1948an, li ser axa soza lê hatibû dayîn karîn dewleta xwe rabigihînin.
Erebên Filistînê yekane pêkhateya nav erdnîgariya dabeşkirî ya Osmaniyan bûn ku li vê dabeşkirina Brîtanyayê mikur nehatin û rijd bûn ku divê dewleta Filistînê were damezrandin. Li dijî ragihandina dewleta Îsraîlê dest bi xebata çekdarî kirin û nêzîkî sê çaryek sedsal e di vê rêyê de xwînê dirijînin.
Her wiha, ji ber piştevaniya cîhana Erebî û welatên Îslamî ji bo tevgerên çekdarî yên Filistînî, 20 salan piştî damezirandina dewleta Îsraîlê, Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî sala 1967an biryar da ku rêya çareseriyê ji bo pirsgirêka Ereb-Îsraîlê, ji bo misogerkirina aştiyeke herdemî û dadmend di navbera Îsraîl û Filistîniyan de çareseriya du-dewletî ye: Dewletek ji bo Cihûyan û dewletek jî ji bo Ereban.
Her çend her yek ji wan bi sedemên cuda heta niha ew çareserî qebûl nekiribe jî Erebên Filistînê ji ber ku dewleta Îsraîlê nas nakin, çareseriya du-dewletî red dikin. Îsraîl jî avakirina dewleta Filistînê li ser erdnîgarî, ewlehî û aramiya xwe wekî gefekê dibîne.
Lê şerê du salan ê Xezeyê cîhan ber bi wî alî ve kişand ku Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di civîna Îlona 2025an a Neteweyên Yekbûyî de bi piraniya 142 dengên "erê" dewleta Filistînê nas bike û ji bo bicihanîna vê nexşerêyê zextê li her du aliyan bike.
Ji ber ku Îsraîl û Amerîka bi tundî vê danezanê red dikin, hîn jî ne diyar e bê ma arasteya bûyeran dê ber bi kû ve here û gelo birêvebiriya Filistîniyan dê wekî dewleteke naskirî li ser pêyan raweste yan jî dê mirî ji dayîk bibe?
Lê xala giring li vir ew e ku gelê Filistînê karîbû cîhanê bigihîne wê baweriyê ku di civîna Neteweyên Yekbûyî de dewleta Filistînê were naskirin.
Bi taybetî jî her yek ji Fransa û Brîtanyayê, wekî danerên nexşeya Sykes Picotê, vêga li pişt van hewldanan bûn, di demekê de ku wan bi xwe di dabeşkirina herêmê de piştî Şerê Cîhanê ti gotin û soz nedabûn Filistîniyan ku dewletê ji wan re ava bikin.
Her wiha ew di rêza wan dewletan de tên hejmartin ku di dirêjahiya 7 dehsalên borî yên temenê vê dewletê de hevpeyman û piştevanên Îsraîlê bûn.
Ev bûyer ji bo Kurdan ji gelek aliyan ve giring e, xasma ku Brîtanya û Fransa wekî cureyek parêzvan û xwediyên mana nexşeya herêmê dihatin dîtin, niha ew li pişt vê guhertinê ne.
Bi vê yekê ew tabu û hêlên sor ên ku di destwerdana nexşe û erdnîgariya welatan de hebûn, tên şikandin. Ji aliyekî din ve, çareserbûna pirsgirêka Filistînê deriyê vê pirsê vedike: Kengî dê ji bo pirsgirêka Kurdan jî çareseriyek were dîtin?
Nemaze ku ti yek ji dewletên dagirkerên Kurdistanê, bi qasî Îsraîlê ne xwedî pêgeheke xurt li navendên navneteweyî bûye. Gava ku karîbin hêz û pêgeha Îsraîlê di hevkêşeyên navneteweyî de ji bo biryardana li ser mafê Filistîniyan paşguh bikin, wê demê ti yek ji welatên Îraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê ne xwediyê wê îtibara mezin e ku bibe asteng li pêşiya wê yekê ku cîhan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan jî gavekê biavêje.
Her çend xala herî cuda û bingehîn di navbera Kurd û Filistîniyan de ew e ku Erebên Filistînê dewleta Îsraîlê nas nekiriye û wan dagirkeriya li ser erdnîgariya xwe red kiriye.
Karê min ne darizandina wê yekê ye bê ma Filistîn axa kê ye lê çendî Ereb xwe wek xwedî dibînin, li gorî çavkaniyên dîrokî û pirtûkên asmanî, bi qasî wan mafê Cihûyan jî li ser wê axê heye.
Lê di wê rewşê de jî hîn Ereb ne amade ne ku dev ji nasnameya axa xwe berdin û li hemberî naskirina dewleta Filistînê, ne amade bûn ku dewleta Îsraîlê jî nas bikin.
Tevî ku Kurd wekî netewe ji hemû miletên din ên herêmê kevntir in û bi hezaran sal berî Faris, Ereb û Tirkan li ser vê erdnîgariyê jiyane û ev axa bav û bapîrên wan e, tevî ku di Peymana Sêvrê de soza dewletê wekî gel û neteweyên din bi Kurdan jî hatiye dayîn jî piştî dabeşkirina Sykes Picotê û bêparkirina wan ji wî mafê sereke yê avakirina dewleta Kurdistanê, li hemû parçeyên Kurdistanê erdnîgariya dewlet-neteweya dagirkerên xwe nas kirine û ketine nav pêvajoya xweguncandinê.
Dema ku Kurdan şoreş û serhildan jî kiriye, her tim gotine ku ji neçarî ye û cureyek ji parastinê ye ji bo parastina nasnameya neteweyî. Di van 100 salan de, Kurdan ew wêrekî nekir ku bibêjin, em ji bo redkirina dagirkeriyê têdikoşin û dixebitin!
Dema ku dagirkerên Kurdistanê jî gotiye, Kurd dixwazin cuda bibin û yekparçeyiya welêt dixin metirsiyê, serkirdeyên Kurdan stûpakiya xwe derpêş kiriye ku em ti carî nabin metirsî li ser yekparçeyiya welêt!
Çawa dibe bila bibe, em dev ji vê meseleyê berdin û ev gotar ne cihê vekolîna vê mijarê ye, bi qasî ku mebesta min ew e ku ez pirsekê ji bo aqilmendên miletê xwe li hemû parçeyên cuda yên Kurdistanê derxim holê.
Piştî biryara Neteweyên Yekbûyî ya pejirandina çareseriya du-dewletî ji bo pirsgirêka Ereb-Îsraîlê, eger civaka navneteweyî bigihîje wê baweriyê ku ji bo dadmendî û misogerkirina aştiyeke seranserî li Rojhilata Navîn, bixwazin ji bo pirsgirêka Kurdan çareseriyekê bibînin, projeya Kurdan ji bo çareseriya pirsgirêka wan çi ye?
Yan jî Kurd bi xwe dê çi bikin da ku dewletên cîhanê deynin pêşber wê berpirsiyariya exlaqî ku piştî Filistînê divê pirsgirêka Kurdan jî were çareserkirin ku pirsgirêka wan ji pirsgirêka Filistînê bi gelekî mezintir e, qurbaniyên wan bi deh qatan ji qurbaniyên Erebên Filistînê zêdetir in û doza wan jî rewatir e.
Pêwîst e serkirdeyên Kurd ku cureyek têkilî û dostaniya wan bi beşek ji dewletên cîhanê re heye, li kanalekê bigerin da ku yek ji van dewletan projeya çareseriya pirsgirêka Kurdan jî bide Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî.
Vebijêrka herî baş jî çawa ku çareseriya du-dewletî ji bo Filistîn û Îsraîlê bû bingeha çareseriya pirsgirêka wan, ji ber ku pirsgirêka Kurdan jî bi her yek ji dewletên neteweyên serdest ên Tirk, Ereb û Faris re ye, çareseriya çar-dewletî ji bo her yek ji Kurd, Faris, Ereb û Tirkan wekî çar neteweyên herêmê, bibe bingeha projeyeke çareseriya dadmend a pirsgirêka Kurdan.
Çavkanî: Rûdawê