Çarenivîsa serkirdeyên Hemasê: Kî maye, kî hatiye kuştin?

.

 Îsraîlê roja sêşemê bi tundî baregeheke Hemasê ya li Dohaya paytexta Qeterê bombebaran kir.

Îsraîlê ragihand ku di êrişê de çend serkirdeyên Hemasê kirine armanc, di nav de Xelîl Heyyeyê ku Serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê ye.

Hemasê jî diyar kir ku berpirsên Filistînî yên ji bo dan û standinên agirbestê li wir bûn rizgar bûne.

Ji destpêka şerê Xezeyê di 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan, Îsraîlê gelek berpirsên Hemasê kuştine lê hîn jî hejmarek serkirde mane ku di lîsteya armancên Îsraîlê de ne.

Kesên ku mane:

Izedîn Hedad

Hedad ji 13ê Gulana 2025an ve, ango ji dema ku Mihemed Sinwar hat kuştin, bûye çaremîn serkirdeyê Hemasê li Xezeyê; her wiha ew heştemîn fermandarê Tûgayên Izedîn Qesam, baskê leşkerî yê Hemasê ye.

Ew endamê Encumena Leşkerî ya Giştî ya Hemasê ye û medyaya Îsraîlê got, "Yek ji wan kesan e ku li pişt plansaziya operasyonên Hemasê ye."

Li Xezeyê bi nasnavên "Ebû Suheyb" û "Tarmayî Qesam" tê naskirin. Ew li ser her peymaneke agirbestê an guhertina dîlan xwedî mafê vetoyê ye.

Li gorî rojnameya Wall Street Journalê, li ser zimanê çend berpirsên Ereb, "Hedad ji bo peymana azadkirina dîlan vekirî ye lê di wê baweriyê de ye ku divê hemû dîl neyên azadkirin heta ku şer bi dawî bibe an jî Îsraîl ji Xezeyê vekişe."

Li gorî rojnameya Jerusalem Post a Îsraîlî, "Hedad heta niha 6 caran ji hewldanên kuştinê rizgar bûye" û yek ji kesên herî zêde ji aliyê Îsraîlê ve tê xwestin e.

Rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlî got, "Hedad li Xezeyê ye. Ew fermandarê dawî yê sax ê Hemasê yê li Xezeyê ye.

Berevajî Mihemed Sinwar, Hedad di peymanan de nermtir e û zêdetir guh dide êş û nalîna xelkê Xezeyê. Kuştina Izedîn Hedad, tê wateya nemana ti navnîşanekê ji bo azadkirina dîlan."

Ajansa nûçeyan a Reutersê jî li ser cihê mana wî got, "Hedad li bakurê Xezeyê ye, ew cihê ku Îsraîl planeke leşkerî ya xurt ji bo kontrolkirina wê daniye."

Xelîl Heye

Yek ji wan kesan bû ku di êrişa li Qeterê de hatibû armanckirin, lê ew rizgar bû û kurê wî hat kuştin.

Heye ji 16ê Çiriya Pêşîn a 2024an ve, piştî kuştina Yehya Sinwar, bi wekalet Hevserokê Mekteba Siyasî ya Hemasê ye.

Ew bi Xalid Meşel, Zahir Cebarîn, Mihemed Îsmaîl Derwîş û berpirsekî din re kar û barên bizavê bi rê ve dibin.

Heye di sala 2006an de endamê Encumena Yasadanînê ya Filistînê bû.

Ew di sala 1960î de li bajarê Xezeyê ji dayîk bûye û heta berî êrişa Qeterê, li Dohayê dijiya. Doktoraya wî di zanistên Îslamî de heye.

Piştî kuştina Îsmaîl Heniye, Serokê berê yê Mekteba Siyasî ya Hemasê, Xelîl Heye wekî berpirsê herî bibandor ê Hemasê li derveyî Xezeyê tê dîtin.

Heta niha ti nîşan tune ku Heye li Qeterê maye yan piştî êrişê ji wir çûye lê ew yek ji wan berpirsên Filistînî bû ku nêzîkî Tirkiyeyê bû û car caran diçû wir.

Rojnameya Jerusalem Post a Îsraîlî got, "Îsraîlê dawî li Dohaya ku wekî penageheke aram ji bo serkirdayetiya Hemasê anî."

Çiriya Paşîn a 2024an, Tirkiyeyê bi fermî gotegotên bicihbûna yekcarî ya Heye li Tirkiyeyê red kir û got, "Car caran serdana Tirkiyeyê dike lê li wir najî."

Xelîl Heye 22yê Adara 2025an serokatiya şandeyekê kir û çû Enqereyê û li wir ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî rojnameya Israel Hayomê Heyy çend caran serdana Misir, Libnan û Sûriyeyê jî kiriye.

Xalid Meşel

Li gel Xelîl Heye, bi wekalet serokatiya Mekteba Siyasî ya Hemasê dike. Meşelê 64 salî ji sala 2004an heta 2017an serkirdayetiya Hemasê kiriye.

Meşel di sala 1997an de zêdetir hat naskirin, dema ku çend ajanên MOSSADê yên Îsraîlê li Urdunê bi rêya derziyê jehr xistin laşê wî lê ew rizgar bû.

Xalid Meşel yek ji wan kesan bû ku di êrişa Qeterê de wekî armanc hatibû diyarkirin lê Hemasê ragihand ku ew sax e. Ajansa Reutersê got, "Xalid Meşel li Dohaya Qeterê dimîne."

Di sala 2010an de, kovara New Statesman a Brîtanî, Xalid Meşel di rêza 18an a "50 Kesayetiyên Herî Bibandor ên Sala 2010an" de tomar kiribû.

Mihemed Îsmaîl Derwîş

Ji 17ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve Serokê Encumena Hemasê ye û ji 16ê Çiriya Pêşîn a 2024an ve jî Hevserokê Mekteba Siyasî ye. Reuters got, "Derwîş li Dohayê dijî."

Mihemed Derwîş yek ji wan berpirsan e ku bi wê yekê tê naskirin ku di medyayê de dernakeve.

Li gorî kanala El-Erebiyê, "Mihemed Derwîş ji bo avakirina aboriya rêxistinê kar kiriye, di nav de şandina pereyan ji Îranê ji bo Hemasê û her wiha hilberîna di gelek projeyan de li seranserê cîhanê."

Derwîş di 1ê Adara 2025an de li Tirkiyeyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya.

Nîzar Ewezulah

Endamê Mekteba Siyasî ya Hemasê ye û yek ji kesên pêbawer ên damezrînerê Hemasê Ehmed Yasîn bû.

Ji dema ku şerê Xezeyê dest pê kiriye, Ewezulah ti daxuyanî nedaye û tê gotin, "Beriya destpêkirina şer, Xeze terikandiye."

Roja 13ê Kanûna Pêşîn a 2023yan, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, Nîzar Ewezulah xist lîsteya "terorê".

Li gorî rojnameya Şerq el-Ewsetê Ewezulah di dema şerê Xezeyê de gelek dan û standin li Qeterê kirine û "her li Qeterê dijî."

Zahir Cebarîn

Hevserokê Mekteba Siyasî ya Hemasê ye, her wiha "Serokê Ofîsa Şehîd, Birîndar û Girtiyan", "Serokê Mekteba Darayî ya Hemasê" û "Serkirdeyê Hemasê yê Kenara Rojavayê" ye.

Cebarîn di sala 1993yan de ji aliyê Îsraîlê ve hat girtin û cezayê heta hetayê lê hat birîn lê di sala 2011an de wekî beşek ji peymana guhertina dîlan a Hemas-Îsraîlê hat azadkirin.

Wê demê Îsraîlê hezar girtiyên Filistînî li hemberî azadkirina serbazekî Îsraîlî berda.

Li gorî çend çavkaniyên Îsraîlî yên ku navê wan nehatiye eşkerekirin, "Cebarîn li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê dijî."

Kesên ku hatine kuştin:

Yehya Sinwar

Çaremîn serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê yê li Xezeyê bû. Îsmaîl Heniye her wiha piştî duyemîn serkirdeyê tevgera kesê herî girîng ê li herêmê bû.

Îsraîl Yehya Sinwar wekî plansazê êrişa Hemasê ya 7ê Çiriya Pêşîn didît.

Sinwar di 16ê Çiriya Pêşîn a 2024an de li Xezeyê ji aliyê Îsraîlê ve hat kuştin. Piştî testa DNAyê, kuştina wî hat piştrastkirin.

Di otopsiyê de derket holê ku "Yehya Sinwar, berî ku bê kuştin, sê rojan nexwaribû."

Mihemed Sinwar

Birayê Yehya Sinwar, heftemîn fermandarê Tûgayên Izedîn Qesam û sêyemîn serkirdeyê tevgerê yê li Xezeyê bû. Îsraîlê 13ê Gulana 2025an di bombebarana li ser Nexweşxaneya Ewropî ya li Xan Yûnisê de, Sinwar di 49 saliya xwe de kuşt.

Îsmaîl Heniye

Heta niha serkirdeyê herî payebilind ê Hemasê ye ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kuştine.

Heniye sêyemîn Serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê bû. Roja 31ê Tîrmeha 2024an li Tehranê di odeya ku lê dima de hat kuştin.

Mihemed Zeyf

Ji sala 2002yan heta 2024an şeşemîn fermandarê Tûgayên Qesamê li Xezeyê bû.

Roja 13ê Tîrmeha 2024an ji aliyê Îsraîlê ve hat kuştin. Mihemed Zeyf heft caran ji hewldanên kuştinê rizgar bûbû.

Merwan Îsa

Alîkarê fermandarê Tûgayên Qesamê bû. 10ê Adara 2024an li kampa Nuseyratê ya li Dêr el-Belehê, di encama bombebarana firokeyên Îsraîlê de hat kuştin.

Salih Arûrî

Ji sala 2017an heta Çileya 2024an, Alîkarê Serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê bû.

2yê Çileya 2024an di êrişeke dronan de li Beyrûta Libnanê, di 57 saliya xwe de hat kuştin. Ew yek ji damezrînerên Tûgayên Qesamê bû.

Sibe ku Tirkiye bibe armanca Îsraîlê ya bê?

Ev pirsê demeke di rojeva hemû pisporan de ye. Enstîtuya Enterprise ya Amerîkayê ku navendeke lêkolînê ye û navenda wê li Washingtonê ye, di raporekê de eşkere kir ku  êrişa li Qeterê nîşan dide ku dibe Îsraîl li pey wan serkirdeyan jî here ku li welatên din parêzbendiya wan heye.

Şareza dibêjin, dibe ku Tirkiye bibe armanca bê ya Îsraîlê, ji ber ku bûye navenda sereke ya operasyonên Hemasê.

Di raporê de her wiha tê gotin, "Endamtiya Tirkiyeyê ya di NATOyê de, Tirkiyeyê ji wê êrişê naparêze.

Li gorî madeya pêncemîn a NATOyê, her êrişeke li endamekî NATOyê pêk were, êriş li ser hemûyan e.

Ev li ser Tirkiyeyê nayê cîbicîkirin, bi taybetî eger welatên wekî Amerîka, Swêd an Fînlandiyayê wê madeyê bloke bikin."

Misir û Tirkiyeyê beriya êrişê, Dohe agahdar kiribûn

Li gorî raporeke rojnameya Wall Street Journal (WSJ) ku di 11ê Îlona 2025an de hatiye belavkirin, "Berpirsên Tirk û Misirî serkirdayetiya Hemasê agahdar kiribûn ku dema dicivin ewlehiya xwe zêdetir xurt bikin."

Rojnameyê got, "10 balafirên şer ji bo avêtina mûşekên dûravêj ber bi nêzîkî Qeterê ve hatin şandin û xaniyek li Dohayê kirin armanc.

Balafiran ji derveyî qada asmanî ya Qeterê mûşek avêtin û di ser asmanên Siûdî û Îmaratê re derbas nebûn."

Kurdistan Haberleri

Li Bakurê Kurdistanê rewşa zimanê Kurdî - Mustafa Uzun*
Rêberên Erebistana Siûdî, Îmarat û Urdunê serdana Qeterê dikin
Li Helebê şer: HSD û Şam çi dibêjin?
TEBQA - Hêzên Şamê hewl da derbas bibin lê şervanan hewla wan têk bir
Di kela dîrokî ya 3 hezar salî ya Paloyê de qereqolekî Osmaniya hat dîtin