Çarçoveya Hevahengiyê: Êrişên li bîrên petrolê aramiyê têk didin

.

Çarçoveya Hevahengiyê, bi amadebûna Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ofîsa Serokê Rêxistina Bedirê Hadî Amirî civiya.

Çarçoveya Hevahengiyê piştî civînê daxuyaniyek belav kir û got, "Em êrişên berdewam ên li kompanyayên petrolê yên Herêma Kurdistanê şermezar dikin."

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin,"Em wan êrişên berdewam ên ku li dijî kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê tên kirin şermezar dikin.

Ew êriş bûne gefeke rasterast li ser çavkaniyên niştimanî û berjewendiyên giştî, her wiha jîngeha hilberînê têk didin û gef in li ser aramiyê."

Li gorî zanyariyên Rûdawê, tenê di vê mehê de 20 êrişên dronan li Başûrê Kurdistanê hatine kirin û 7 ji wan êrişan li bîrên petrolê hatine kirin.

Çarçoveya Hevahengiyê bangî hikûmetê kir ku bi helwesteke bihêz kesên li pişt van êrişan eşkere bike û nehêle ku ev êriş dubare bibin.

Li aliyê din, Çarçoveya Hevahengiyê sersaxî ji bo qurbaniyên şewata marketa li parêzgeha Wasitê xwest û daxwaz kir ku lêpirsîn li gel kes û aliyên ku xemsarî kirine bê kirin.

Êvara 16ê Tîrmehê li bajarê Kutê yê Wasitê şewateke mezin li marketekê derketibû û 63 kesan canê xwe ji dest dabû û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.

Kurdistan Haberleri

Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li Dihok û Hewlêrê li xwe girt
Stephane Dujarric: Di du rojên pêşiyê yên şer de zêdetirî 100 hezar kesan ji Tehranê derketine
Êrîşên esmaniyên Îsraîl û Amerîka bo ser binke û cebilxaneyên rêjîmê bi tundî berdewam in
Serok Barzanî: Raperîn hilgira peyama azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye
PDK: Divê hemî alî bo tenahiya Herêma Kurdistanê û parstina destkeftiyên me bixebitin