Çarçoveya Hevahengiyê: Biryara şer û aştiyê tenê di destê hikûmet û parlamenê de ye

.

 Çarçoveya Hevahengiyê di civîna xwe ya dawî de çend biryarên giring derbarê serweriya dewletê, çekên deryasayê û pêgeha Heşda Şeibî de girtin. 

Civîna asayî ya 279emîn a Çarçoveya Hevahengiyê li nivîsgeha Heyder Ebadî û bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî hat lidarxistin. Di civînê de gelek mijarên giring ên niştimanî û ewlehiyê hatin gotûbêjkirin.

Di destpêka civînê de hat destnîşankirin ku diyarkirina sîstema siyasî ya welat, mafê rewa û taybet ê gelê Iraqê ye. Herwiha hat diyarkirin ku biryara şer û aştiyê biryareke niştimanî û serwerî ye; ev desthilat tenê di destê saziyên destûrî de ye ku parlamen û hikûmeta hilbijartî nûneratiya wan dikin. Hat hişyarkirin ku her tevgereke li derveyî vê çarçoveyê, wekî binpêkirina destûr û yasayan tê hejmartin.

Derbarê pêgeha hêzên ewlehiyê de, civînê tekez kir ku Desteya Heşda Şeibî saziyeke ewlehiyê ya fermî ya dewletê ye û bi temamî girêdayî destûr, yasa û fermanên Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar e.

Di vê çarçoveyê de, biryara hat girtin ku hemû celebên peywendiyên Heşda Şeibî ligel aliyên siyasî, hizbî û civakî werin qutkirin. Ev biryar di çarçoveya cîbicîkirina Yasaya Hejmar 40 a sala 2016an de hat girtin, da ku bêlayenî û serbixwebûna vê saziyê were parastin.

Çarçoveya Hevahengiyê piştgiriya xwe ya tam ji bo projeya "sînordarkirina çekan di destê dewletê de" nîşan da. Herwiha hat gotin ku hikûmet dê bi civaka navdewletî re hevahengiya xwe berdewam bike, da ku peywira Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê bidawî bibe.

Di dawiyê de, hemû hêzên Çarçoveya Hevahengiyê piştgirî dan Serokwezîr, da ku ji bo parastina aramî û ewlehiya Iraqê, desthilata wî ya tam hebe ku biryarên pêwîst werbigire.

(K24) 

Kurdistan Haberleri

Ehmed Hîlalî: 9 hezar endamên Asayîşê tevlî hêzên hikûmetê dibin
Cîgirê Parêzgerê Hesekê: 28 şervanên jin hatin azadkirin
Piştî Brîtanyayê Amerîkayê jî ragihand ku leşkerekî wan li Hewlêrê miriye
Hoşyar Sîweylî: PDK cuda bi YNK û Nifşê Nû re dicive
Meha borî bi 21 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin