Cara Yekem: Alaya Sûriyeyê li Deriyê Sêmalkaya hate bilindkirin

.

 Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, di pêngaveke nû de, roja Yekşemê 28ê Îlona 2025an, cara yekem alaya fermî ya Sûriyeyê li Deriyê Sînor ê Sêmalka bilind kir. Dîmenên ku li ser torên civakî hatin belavkirin, nîşan didin ku ala Sûriyeyê li kêleka ala Rêveberiya Xweser li ser dergehê stratejîk hatiye daliqandin.

Deriyê Sêmalka xaleke jiyanî û stratejîk e ku herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bi Herêma Kurdistanê ve girêdide. Ev derî ne tenê ji bo bazirganiyê, lê herweha ji bo çûnûhatina mirovî jî xwedî giringiyeke mezin e, û rojane bi hezaran kes, bi taybetî penaber, wê bikar tînin.

Ev pêngav weke gaveke pratîkî ji bo cîbicîkirina "Peymana 10ê Adarê" tê nirxandin, ku di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de hatiye îmzekirin. Li gorî vê peymanê, tê payîn ku rêveberiya deriyên sînorî, firokexane û bîrên petrol û gazê bi awayekî gav bi gav derbasî kontrola hikûmeta navendî ya Sûriyeyê bibe.

Beriya niha jî, di çarçoveya heman peymanê de, şandeyên Rêveberiya Xweser ji bo gotûbêjkirina mekanîzmayên cîbicîkirinê serdana Şamê kiribûn. Ev geşedan weke nîşaneke berbiçav a destpêka vegera saziyên dewleta Sûriyeyê li herêmên bakur û rojhilatê welêt tê dîtin, tevî ku hîn jî hin alozî û nakokî di navbera her du aliyan de berdewam in.

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da