Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin

.

Jêderekî ewlehiyê ragihand, li parêzgeha Selahedînê rêze-êrîşên bi dronan li ser çend baregehên Heşda Şaibî hatine kirin. Herwiha Desteya Heşda Şaibî derbarê çavkaniya nûçe û helwestên xwe yên fermî de daxuyaniyeke nû belav kir.

Jêderekî ewlehiyê îro 14ê Adarê ji medyaya Iraqê re ragihand, çar baregehên Heşda Şaibî yên li rojhilatê parêzgeha Selahedînê bi dronan hatine armancgirtin. Êrîş li herêmên rojhilat û bakurê qezaya Xurmatû û derdora qezaya Amirlî pêk hatine.

Li gorî zanyariyan, yek ji êrîşan li baregeha Fewca Yekem a ser bi Lîwaya 52an a Heşda Şaibî ya li kerta Xurmatûyê ketiye. Di encamê de endamekî Heşdê birîndar bûye. Piştî êrîşan, hêzên ewlehiyê tedbîrên tund girtine û ji bo aşkere kirina aliyê li pişt êrîşê lêkolîn dane destpêkirin.

Piştî van êrîşan, Desteya Heşda Şaibî daxuyaniyek arasteyî dezgehên ragihandinê û torên civakî kir. Desteyê tekez kir, helwest û daxuyaniyên wan ên fermî tenê di ser platformên wan ên medyayî yên pêbawer re derdikevin, ku ew jî "Rêveberiya Giştî ya Ragihandinê" ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Her daxuyanî yan nûçeyek ku li derveyî van platforman were weşandin, nûnertiya raya fermî ya Desteya Heşda Şaibî nake; ew tenê nûnertiya raya wan kes û aliyên ku weşandine dike." Desteya Heşdê daxwaz ji rojnamevan û bikarhênerên medyaya civakî kir ku di dema veguhastina nûçeyan de tenê pişta xwe bi çavkaniyên fermî girê bidin.

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin