Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay:
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 17.12.2025ê, li Amedê Roja Alaya Kurdistanê pîroz kir. Di vê pîrozbahîyê de Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay semînerek li dar xist. Ev jî axaftina M.Can Azbay e.
Kedkarên çapemeniyê yên hêja, mêvanên birûmet, hevalên ezîz.
Hûn hemû bi xêr hatin vê semînara me ya bi wateya ku ji bo Roja Alaya Kurdistanê hatiye lidarxistin.
Îro, emê li vir behsa remz û sembola miletê xwe yên pîroz bikin, ku ji bo me hemûyan wateyek mezin îfade dike, heta niha ji bo erk û girîngîya vê sîwanê gelek bedelên giranbuha hatine dayîn. Alaya Rengîn hêvî, dîrok û paşeroja miletekî ku bi hezaran salî temsîl dike, ev roj, Roja Alaya Kurdistanê ye!
Îro, em ne tenê qala perçeyek qumaşekî an sembolek ji rêzê dikin; divê em wateya, dîrokê û cîhê vê alayê di temsîliyeta neteweyan de çi îfade dike baş binirxîn û kûr bikolinin. Lewra ev Alaya Rengîn, hest û hêvîyên miletekî, daxwaz û armancên miletekî ya ji bo serxwebûn û azadîye îfade dike. Sembola têkoşîna hebûna miletekî û dewlemendiya çandî ya wî miletî temsîl dike. Her milet, her netew bi sembolên xwe, bi têkoşîn û armancên xwe yên stratejik tê nasîn û dikeve rojeva raya giştî. Sembolên milî tarîfa miletekî, erdnîgarîyekî û desthilatdarîyekî temsil dike. Her netew bi sembol û çanda xwe, bi dîrok û têkoşîna xwe tê nasîn.
Ala, berdewamiya dîrokek zîndî, remza hişmendîya neteweyî ye: Ala, rêwîtiya neteweyekê ya ji rabirdûyê heya îro ye, serkeftin û trajedîyên hatine jiyandin radixe ber çavan. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin nêrîn û helwestên me yên li hemberî alayê, xwendin û şîrovekirinên me yên di derbarê alayê de nirxandin û xwendina dîroka miletekî ye.
Ala, bi wateya sembolîk û girîngiya xwe ve, manîfestoya nasnama milî ye: Ala, ji sembolekî zêdetir girîngîya belgeya rastî û hebûnê ye. Ew, manîfestoya herî berbiçav a ruhê kolektif, bîra hevpar û îradeya siyasî ya neteweyekê ye.
Ala, li ser armancên bingehîn manîfestoya damezrandina yekrêzîya miletekî ye. Ala, bi sembol û wateya xwe civatên pir dengî û cuda, heremên xwedî zarava, bawerî û pêkhatîyên cuda li ser erdnîgarîyên cuda, di bin banekê de kom dike. Hesta xwedîtî û çarenûsa hevpar xurt dike, wêneyê pêkvejiyanê derdixe holê, aîdîyetek hevbeş û ruhê hevkarî û yekrêzîyê xurt dike. Ev jî hişmendîya pêkve jîyanê di nav civatê de perçîn dike.
Em baş dizanin ku ala, bi wate û girîngîya xwe, ji bo ragihandina fermî ya serwerî, hebûn û nasnameya neteweyekê di qada navneteweyî de amûrekî gelek girîng e. Bi gotineke din, di sîstema netewe-dewletan de mohra pejirandinê, temsîla navneteweyî ye. Nav û temsîla miletekî ye.
Ala, di heman demê de nîşan û remza fedakarî û rûmetê ye. Ji ber ku ew semboleke ku nifşan her tim ji bo wê can û xwîna xwe dayîne, bi ked û xebatê hatiye xemilandin û ji bo bilindkirin û dahatuya wê li asîmanan, têkoşînek domdar hatîye meşandin. Ji ber vê yekê ala, nirxa herî bilind û rûmeta neteweyekê temsîl dike. Parastin û xwedîyên mîrateyên çandî, sembol û nîrxên milî bo vegushestina çanda hevpar ku ji nifşekî derbasî nifşekî bibe hêsantir dike.
Her netew, bi ala û sembolên xwe, bi nasname û nirxên xwe, li ser dika dîrokê hene û xwe nîşan didin: Ziman, sirûd, bîrdarî, mîmarî, çand, muzîk, folklor, kevneşopî, rojên neteweyî ev roj, ev sembol, çima ew qas girîng e watedar e? Ev pirs ji bo me hemûyan e û li benda bersîvên civakî û pratîkî ye. Erka her niştimanperwerekî ew e ku divê ji bo hişmendîya Alaya Rengîn geş bibe têbikoşe û bide hezkirin.
Di dema ku sirûd tê gotin û ala li stûnê tê kişandin, an jî di dema serkeftinê de li ba dibe, di ruh û hişmendîya mirovan de hestek serbilindî, girêdan û motîvasyoneke xurt diafirîne. Ev hest, tesîrek erênî, bandorek dêrûnî li ser civatê û hişmendîya neteweyî geş û xurt dike. Di nav pêkhateyên pêkvejiyanê de hişmendîyeke hevpar a “em” ava dike û cudahîyan di bin sîya wê sembolê de temsîl dike. Ev jî dibe bingeha yekîtîyeke di nav cudahîyan de…
Îro weke hemû miletan ji bo miletê Kurd jî Alaya Rengîn ne tenê sembolek e; ew li hember polîtîkayên înkar û asîmîlasyon û dagirkerîyê ku bi sedsalan berdewam kirîye û hêjî didome, îlankirina berxwedan û hebûnê ye. Bangewazî û têkoşîna doza neteweyî ye. Stûna hişmendîya neteweyî ye.
Alaya Kurdistanê, berhema pêvajoyeke dîrokî ye!
Di heman demê de, împaratorî, dewlet, eşîr û mîrekîyên kurdan, di kurahîya dîrokê de ala û sembolên cûda bi kar anîne. Lê belê, lêgerîna alaya neteweyî ya modern, di destpêka sedsala 20an de bi vejîna fikra neteweyî ya kurd, bi hêz bûye û bi lez di nav rûpelên dîrokê de cîh girtiye.
Dewletên dagirker û nîzama dijî miletê Kurd, li gorî hiqûqa dagirkerî û dijmînatîyê tevdigerin, bê rêzî dikin û dixwazîn wate û girîngîya Alaya Kurdistanê kêm bikin. Li gorî hiqûqa dijmînatîyê helwest û bertekên wan bê minet in…
Lê mixabin di nav civata me de hinek kes û alî li hemberî Alaya Kurdistanê bertekên bê rêzîyê nîşan didin. Alaya Kurdistanê weke alayeke neteweyî napejirînin. Ev jî dide xuyakirin ku ji dîrok û derbasbûyina miletê xwe dûr in, bê par mane. Eger wan dîroka miletê xwe bi rast û dirûst zanibûna, wê li hemberî alaya miletê xwe bê rêzî nekirana.
Di bin sîwana vê alayê de bi sed hezaran şehît hatine dayîn. Qetlîam û jenosîd hatine kirin. Hejmara şehîdên di bin wê sîwanê de hatine dayîn, îro ji nifûsa gelek milet û dewletan zêdetir e. Hemû berxwedan û têkoşînên ku hatine meşandin, di bin sîya Alaya Kurdistanê de, ji bo berjewendî û dahatûya miletê me bûye. Em hêvî dikin ku ew alîyên ku Alaya Rengîn wek alayeke neteweyî qebûl nakin, wê rojek zûtirîn vegerin ser bingeha milî û di pêvajoya îroyîn de dê di bin sîwana Alaya Rengîn de tevbigerin, li dijberî asîmlasyona xwebexş bertek nîşan bidin. Ev jî hêvîyek niştimanî, yekrêzî û berbanga azadîyê ye!
Ev alaya ku ji Komara Kurdistanê gihiştîye Herêma Federa ya Kurdistanê, dîrok û koka wê digihîje destpêka salên 1920an. Di van salan de bi biryar û hewldanên xebatên milî, rewşenbîr û pêşengên sîyasî yên kurd, Alaya Kurdistanê ji alîyê Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîye ya Kurd ve hatîye çêkirin.
Di dema damezrandina Tevgera Xoybûnê de ev ala hatîye pejirandin û di Serhildana Komara Agiriyê de (1927-1930) bi şêweyek fermî hatîye bikaranîn. Di heman demê de bûye sembola têkoşîn û berxwedanê û bi têkoşîna miletê Kurd ve hatîye pejirandin.
Di Komara Kurdistanê ya ku li Mehabadê de, ku di sala 1946an de hate îlan kirin, ev alaya bi guhertinên biçûk, wek alaya Komara Kurdistanê hate qebûl kirin. Li Mehabadê, rengên alayê û nîşana rojê ya di navenda wê de, wekî ku em îro pê dizanin, zelal bûn û fermî bûn. Ev ala, bû alaya fermî ya Komara Kürdistanê.
Pêşawa Qazî Mihemed, di mitînga ragehandina komarê de, li ser wê alayê sond dixwe û weha dibêje: “Ez bi Xwedê, bi kelama mezin a Xwedê, bi nîştiman, bi şerafeta netewa Kurd, bi alaya muqedes a Kurdistanê sond dixûm ku heya gava dawîya nefesa canê xwe û rijandina dilopa xwîna xwe ya herî dawîyê, bi can û mal di rîya ragirtina serxwebûn û bilindkirina alaya Kurdistanê de bixebitim.”
Ji wê rojê şûn ve, “bi fermana Pêşawa Qazî Mihemed, hukûmeta Komara Kurdistanê biryar dide ku alaya sê reng a Kurdistanê li her bajarekî Kurdistanê bête hildan.”
Berîya ku Komara Kurdistanê were rûxandin, di roja 17.12.1946 an de, hevdîtina dawî ya General Mele Mistefa Barzanî û Pêşawa Qazî Mihemed çêdibe. Di dawîya hevdîtinê de, Qazî Mihemed, Alaya Kurdistanê ku li ser maseya wî bû dipêçe, wê radimûse û dirêjî destê Mele Mistefa Barzanî dike û weha dibêje: “Alaya Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwarim hûn nehêlin ev alaya hanê bikeve ser axê.”
Ew emaneta Pêşewa Qazî Mihemed, di roja 09.06.1999 an de, bi tevî hinek guhartinên piçûk, ji alîvê rêvebirîya Herêma Kurdistanê ve bi biryara Encûmena Wezîran, wek alaya fermî ya Herêma Kurdistana Federe hatîye qebûlkirin. Herweha di roja 11.11.1999 an de, bi biryareke nû ji alîyê parlementoyê ve bi awayekî fermî hatîye qebûlkirin ku 17ê meha 12an wek roja Alaya Kurdistanê bihête pîrozkirin.
Ev alaya ku îro li Başûrê Kurdistanê hatîye hildayin, wek alaya fermî ya Herêma Federe, di destûra Dewleta Federal a Iraqê de hatîye nasîn û qebûlkirin. Ev ala, ji alîyê sazîyên navnetewî yên wekî Neteweyên Yekgirtî û Yekîtîya Ewrupayê û dewletên hwd. ve jî hatîye pejirandin. Miletê Kurd bi serbilindî li vê nasnama xwe ya pîroz xwedî derdikeve.
Alaya Rengîn, ji sê bendikan (şirîtan) û di navenda wê de jî nîşaneke rojê pêk tê. Her rengek û roj, maneyên kûr û gerdûnî hildigirin:
Sor | Rengê xwîna şehîdan ya ku ji bo azadî û rûmetê hatiye rijandin, wêrekî û fedakarî temsil dike. |
Spî | Aşitî, yekîtî, edelet, wekhevî, aramî, ronahî û daxwaza jiyana aştiyane temsil dike. |
Kesk | Şirûşta Kurdistanê, xwezaya berhemdar a Kurdistanê, zindîtî û çiyayên kesk û sembola berekete ye. |
Roj/Zêrîn | Roj, sembola baweriya kevnare ya Kurdî, jiyan, ronahî, azadî û germaya pêkvejiyanek gerdûnî ye. |
Ev ala, ne tenê sembola fermî ya Başûrê Kurdistanê ye, di heman demê de sembola nasnameya neteweyî ya hevpar û yekîtiya miletê Kurd ê ku li çar parçeyan (Tirkîye, Îran, Iraq, Sûrî) hatîye dabeşkirin e, sembola yekitîya hemû pêkhate û çar perçeyên Kurdistanê ye. Her parçeyek têkoşîna xwe û hêvîya xwe di vê alayê de dibîne. Ew pira manewî ye ku sînorên erdnîgarî derbas dike û her kurdekî bi dîrokeke hevpar ve girêdide, hêvî û mîrasa dîrokek kevnare ye.
Bandora Roja Alaya Kurdistanê
Rêveberîya Herêma Kurdistanê, roja 17ê Kanûnê wekî Roja Alaya Kurdistanê pejirand û her sal tê pîrozkirin. Bandora vê roja taybet li ser civakê pir alî ye:
Ev biryar û wateya rojê tesîrek baş li ser xurtkirina hişmendîya nasnameya neteweyî dike. Di serî de, dîrok û wateya sembolên neteweyî fêrî nifşên ciwan dike. Hişmendîya nasnameya neteweyî û serbilindîya neteweyî xurt dike. Rê li ber daxwaz û armancên azadî û serxwebûnê geştir dike.
Di vê rojê de bîranîna şehîdan û dîroka têkoşînê bi şêweyek watedar tê rojevê. Di roja alayê de, hemû şehîdên ku ji bo alayê canê xwe dane, têne bibîranîn. Di vê rojê de deyndarîya hestên wefadarîyê û ruhê fedakarîyê guncav dibe.
Di merasîm û çalakiyên li dibistanan de, li cîhê sazîyan û qadan têne lidarxistin, rê li ber vejîna çanda kurdî (govend, kinc, muzîk) xweş dike û bi coşîyek germ hestên neteweperwerîyê di nav civatê de belav dibe û bandorek erênî li ser nifşên nû dike.
Bilindbûna alayê li asîmanan û pîrozkirina vê rojê bi coşî, ji bo miletê Kurd ku bi zehmetiyan re têdikoşe, çavkaniyeke mezin a moral û hêviyê ye. Ev hişmendî ji bo paşerojê dibe motîvasyonek derûnî. Ev, ragihandina hebûn û berxwedanê ye.
Roja Alaya Kurdistanê, rojek bîranîn û pîrozkirinê ye ku gelê Kurd bîra dîroka xwe taze dike û bawerîya xwe ya bi paşerojê re nû dike.
Xuşk û birayên hêja!
Îro, bi boneya Roja Alaya Kurdistanê, me xwest ku wate û girîngiya sembola me ya neteweyî, pîroz bikin û bi hev re parve bikin. Lêkolîn û xwendinên nû pêwîstin, ji bo geşbûna hişmendîya neteweyî ked û xebatên kolektîf lazim in. Alaya Rengîn, ne tenê kombînasyoneke rengan e! Ev ala sîwana rûmetê ye ku berxwedana miletê kurd a ji rabirdûyê, heta niha, hêvî û azadiyê ya ji bo paşerojê hembêz dike.
Ala, bi wate û girîngîya xwe tîne bîra me ku tevî hemû pirsgirêkan, em di jiyana rojane de çiqas ji hevdû cuda yan dûr bin jî, ev roj, ev sembol, bi me dide fêrkirin ku em xwedî dîrokek, çandek û paşerojek hevpar in. Ew çiqas li asîmanan li ba bibe, têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd jî wê ew qas berdewam bike.
Ez semînara xwe bi vê hişmendiyê diqedînim ku hezkirina neteweyekê ya ji alaya xwe re, bi baweriya wî ya bi paşeroja xwe re yeksan e. Erkê me hemûyan e ku em Alaya Rengîn, di bin sîwana aştî û azadiyê de, her dem bilind bikin, bigrin û biparêzin!
Ji bo beşdarî û eleqeya we, ji bo sebir û gohdarîya we, ji dil spasiya we dikim.
Bijî Roja Alaya Rengîn!
Bijî Kurdistan!
17.12.2025
M. Can Azbay
Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)