Çalakvana Durizî: Em hikûmeta Ehmed Şera red dikin û daxwaza serxwebûnê dikin

.

Çalakvana siyasî ya Durizî Suheyla Qintar ragihand, ew bi ti awayî hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi serokatiya Ehmed Şera qebûl nakin. Qintar hikûmeta Şera bi pêkanîna "komkujiyê" li dijî Duriziyan tawanbar kir û got, "Em ê ji bo bidestxistina mafê serxwebûnê berê xwe bidin Amerîka û Îsraîlê."

Çalakvana siyasî Suheyla Qintar ji K24ê re helwesta civaka Durizî ya li hemberî hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi tundî anî ziman û daxwazên xwe yên ji bo pêşerojê eşkere kirin.

Qintar got, di navbera 13 û 20ê Tîrmehê de, hêzên girêdayî Ehmed Şera li parêzgeha Siweydayê "komkujî û jenosîd" li dijî gelê wê pêk anîne û got: "Ew hikûmeteke terorîst e ku parêzgeha min dagir kiriye û komkujî li dijî gelê min encam daye. Wan kurên ap û xalên min kuştin, destdirêjî li jinên me kirin, em çawa dikarin bi wan re li hev bikin? Em bi ti awayî bi wan re lihevhatinê qebûl nakin."

Qintar amaje bi helwesta dîrokî ya Duriziyan kir û got: "Di sala 1929an de, dema Fransayê dewletek serbixwe pêşkêşî Sultan Paşa El-Etraş kir, wî ev yek red kir û Sûriyeyeke yekgirtî xwest. Lê Ehmed Şera ne wek berê ye. Stratejiya wî ew e ku Sûriyeyê dabeş bike û hikûmeteke stemkar a Sunî ava bike. Lewma em jî serxwebûna xwe dixwazin."

"Dema Komkujî Pêk Hat, Tenê Îsraîlê Em Parastin"

Di beşeke din a axaftina xwe de, Qintar amaje bi rola Îsraîlê kir û got: "Dema komkujî li ser me pêk hat, tenê Îsraîlê em parastin. Heger destêwerdana Îsraîlê nebûya, dê komkujiyeke mezintir bi serê me bihata. Ji ber vê yekê, em ê berê xwe bidin Amerîka û Îsraîlê da ku serxwebûna xwe bidest bixin."

Wê çalakvana Durizî diyar kir jî, ew ne li dijî yekparçebûna Sûriyeyê ne, lê ew hikûmeteke demokratîk dixwazin ku mafê hemû pêkhateyên biparêze. Lê heger hikûmet di destê Ehmed Şera û komên wî de bimîne, ew ê bi ti awayî vê yekê qebûl nekin û dê ji bo serxwebûnê têbikoşin.

Kurdistan Haberleri

Hejmara 511 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin
Xwendekarên 29 zanîngehên li sernaserê Îranê, îmtihan zanîngehê baykot kirin
Parêzgarê Hewlêrê: Daxistina Nivîsîngeha NRTyê ji ber sivkatîkirina bi sembolên neteweyî ye
Parlamentera Ewropayê: Çeka me ya li hemberî Şamê pere ye
AMED - Ji qereqolekê bi dehan demançe hatin dizîn