Çalakiyên Keştiya Abraham Lincoln li Kendavê berdewam in

Keştiya firokehilgir a Amerîkayê Abraham Lincoln li Kendav û Tengava Hurmizê li ser karên xwe berdewam e û fermandeyekî hêzên asmanî yê Amerîkayê jî dibêje, eger pêwîst bike ew amade ne berevaniyê li berjewendiyên Amerîka li wê navçeyê bikin.

Keştiya firokehilgir a Amerîkayê Abraham Lincoln li Kendav û Tengava Hurmizê li ser karên xwe berdewam e û fermandeyekî hêzên asmanî yê Amerîkayê jî dibêje, eger pêwîst bike ew amade ne berevaniyê li berjewendiyên Amerîka li wê navçeyê bikin.

 

Li ser vê keştiya Amerîkayê Abraham Lincoln zêdetirî 5 hezar kes hene, herwiha 70ê core balafir jî hene ku rojane liv û tevgerê dikin. Brîtanya jî ragihandiye ku ji bo parastina berjewendiyên xwe li navçeyê, ewê keştiyeke firokehilgir bişîne Kendavê.

 

Amerîkayê jî daxwaz ji 60 welatan kiriye ku beşdariyê di parastina ewlekariya Kendav û Tengava Hurmiz de bikin.

 

Keştiya Abraham Lincoln, yek ji mezintirîn keştiya firokehilgir a Amerîkayê ye li Kendavê. Ev keştî ligel zêdebûna aloziyên navbera Amerîka û Îranê, ji aliyê îdareya Donald Trump ve bo navçeyê hatiye şandin û armanc jî parastina hêzan û herwiha berjewendiyên Amerîkayê ye li Rojhilata Navîn.


 

Fermandarê Keştiya Firokehilgir Grûpa 12ê Michael Boyle dibêje: Beşa mezin a bersivdanê amadebûna me ye bo bersivdanê. Lewra em amade ne berevaniyê li Amerîkayê û herwiha berjewendiyên wê bikin eger pêwîst be.”


 

Firokeyên ser vê keştiyê kamera bi wan ve hatine girêdan, armanc jî ew e daku wêneyê wan navçeyên avî tomar bikin ku di ser re derbas dibin. Li ser vê keştiyê zêdeyî 5 hezar kes hene, herwiha 70ê cor firoke jî hene ku rojane çalakiyan dikin.


 

Kaptan û Berpirsê Hêza 55ê Peter Mirisola jî dibêje: Ev rewşeke ku pêdivî bi demê ye. Hevdem, pêwîstiya her welatekî bi wê yekê heye di proseyekê de biçe û berê bide hêzên xwe, daku bizane şiyana wan çiqas e û dikarin beşdarî dabînkirina asayîşa deryayî bibin.”


 

Tengava Hurmiz pêncemîn rêya herî mezin a avî ye, ku li cîhanê keştiyên petrolê tê re derbas dibin û navçeyeke stratejîk e, piştî gefên Îranê bo girtina vê tengavê jî, niha tenê keştiyên serbazî yên Amerîka û Brîtanyayê berevaniyê li vê rêya avî dikin û hevdem Amerîka daxwazê ji welatên hevpeymanê xwe dike ku di parastina asayîşa navçeyê de hevkariya wê bikin.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da