Çalakîyên Efrînê li Stockholmê dom dikin

Federasyona Komeleyên kurdistanê li Swêdê îro 25 adarê seet di 14:00’an li meydana Raoul Wallenberg a li navenda Stockholmê, ji bo şermezarkirina Tirkîyê û dagirkirina Efrînê mîtingek li dar xist.

Federasyona Komeleyên kurdistanê li Swêdê îro 25 adarê seet di 14:00’an li meydana Raoul Wallenberg a li navenda Stockholmê, ji bo şermezarkirina Tirkîyê û dagirkirina Efrînê mîtingek li dar xist.

Di mîtîngê de ala Kurdistanê li ba dibû, pankart û  bandrolên weha bilind dibûn : ”Efrîn bi tenê  nîne, Li ber vî sûcî bêdeng nemînin, Erdoganê dîktator rawestînin, Artêşa Tirkiyê ji Efrînê derbikeve, Piştgiriyê bidin Efrînê”

Serokê Federasyonê Keya İzol di axaftina xwe de weha got: ”Di encama êrîş û bombebarana dewleta Tirkîyê de, bi sed hezaran kes  wêran û ji cîh û warê xwe bûne. Îro dilê me ji Stockholm bo, Kobanê, Şengalê, Mahabad, Amed, Qamişlo û ji bo gelê Efrînê lê dide.  Hemû Ewrûpa û cîhan li ku ne? Welatên ku berê çepik ji têkoşîna gelê Kurd ya li dijî DAIŞ’ê lê didan nuha li ku ne?  Ev bêdengiya cîhanê li dijî êrîşên li ser Kurdistanê cihê şermê ye.  Ev helwest nayê qebûlkirin, divê dawî lê were. Em bang li Swêd û welatên din dikin ku li dijî dagirkeriya Tirkîyê ya nemirovatî berpirsiyariya xwe bi cîh bînin.

 

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist