Cahît Kirkazak û Sultan Ozcan wek hevserokên nû yên HDPê hatin hilbijartin

.

 Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro 27ê Tebaxê li Enqerê lidar dikeve û Cahît Kirkazak û Sultan Ozcan wek hevserokên nû yên HDPê hatin hilbijartin.

Peyamnêrê K24ê li Enqerê da zanîn, dengdana li ser hilbijartina hevserokên nû bidawî bû û Cahît Kirkazak û Sultan Ozcan wek hevserokên nû yên HDPê hatin hilbijartin.

Sultan Ozcan endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDPyê ye û Cahît Kirkazak jî endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çep a Kesk (YSP) e.

Sultan Ozcan sala 1965an li navçeya Develiyê ya parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyê ji dayik bûye.  Piştî ku 12 salan li Zanîngeha Çukurovayê karmendî kiriye dev ji karê xwe berdaye û di sektora taybet de xebitiye. Sultan Ozcanê gelek salan di sendîka û komeleyan de rêveberî kiriye.

Cahît Kirkazak, sala 1979an li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Kocaeliyê beşa hiqûqê qedandiye. Kirkazak, parêzerê Selahattîn Demîrtaş û Doza Kobaniyê ye.

Li gor zanyariyan di kongreya HDPê de, dê rêziknameya partiyê jî were guhartin û hejmara endamên Meclisa Partiyê bê kêmkirin. Li gorî vê yekê, hejmara endamên Meclisa Partiyê ku niha 100 kes e dê dakeve 50 kesî.

Vê carê berûvajî kongreyên berê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hember doza girtinê wek bergiriyekê kongreya xwe li dar xist, xebatên xwe da rawestandin, hemû plan û projeyên xwe jî bo Partiya Çepa Kesk veguhastin. Herwiha biryar hatiye dayîn Partiya Çep a Kesk jî navê xwe biguherîne.

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe