Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir

.

Hikûmeta Brîtanyayê ragihand ku sîstemeke nû ya çekên dijedron bi xerciyeke kêm di çarçoveya operasyonên xwe yên serbazî yên li Rojhilata Navîn de belav kiriye. Ev pêngav bi merema parastina ewlehiya deryayî ya li Tengava Hurmizê tê avêtin.

Ev pêngava Londonê di çarçoveya erkekî berevaniyê ya pirneteweyî de ye, ji bo dabînkirina ewlehiya hatin û çûna keştiyan li Tengava Hurmizê. Li gorî daxuyaniyeke hikûmeta Brîtanyayê, ku ajansa Reutersê veguhastiye, Brîtanya bi rêya dron, balafirên şer, amûrên xwekar ên vedîtina mînan û keştiya wêranker a "HMS Dragon"ê pişkdariyê di vî erkî de dike.

Budceyeke Mezin ji bo Parastina Tengavê

Di daxuyaniyê de hatîye eşkerekirin ku ev erkê berevaniyê ji aliyê budceyeke nû ya serbazî ve bi bihayê 115 milyon pauendan tê piştgirîkirin, ku ev budce bi taybetî ji bo dronên vedîtina mînan û sîstemên dijedron hatîye terxankirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê John Healey di vî warî de ragihand: "Ev erkê pirneteweyî ligel hevpeymanên me dê erkekî berevaniyê, serbixwe û xwedî bawerî be."

Civîna London û Parîsê Bo Plana Serbazî

Ji aliyekî din ve jî, biryare London û Parîs civîneke pirneteweyî bo wezîrên berevaniyê rêk bixin, bi merema nîqaşkirina planên serbazî bo vegerandina tevgera bazirganiyê di rêya Tengava Hurmizê re. Pêşter Fransayê keştiya balafirhelgir a "Charles de Gaulle" û Brîtanyayê jî keştiya wêranker a "HMS Dragon" şandibûn deverê.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê bo ajansa France Pressê ragihand; belavkirina keştiya "HMS Dragon"ê di çarçoveya plansaziya xweparastinê de ye, bo piştrastbûna ji amadeyiya Brîtanyayê bo parastina wê tengavê gava ku rewş rê bide, hevdem bo bihêzkirina baweriya tevgera bazirganî û piştgirîkirina bizavên paqijkirina mînan e.

Kurdistan Haberleri

Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye
Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin