Brîtanyayê derbarê hevjîna Beşar Esed de lêpirsîn da destpê kirin  

.

Li Brîtanyayê polîs derbarê hevjîna Beşar Esed ê serokê rejîma Sûriyê Esma Esed de ku hemwelatiya Brîtanyayê ye bi hinceta çalakiyên terorîstî gur dike û teşfîq dike lêpirsîn da destpê kirin.

Odeyên Dadî yên Navnetewî (Guernica 37) ku navenda wê li paytexta Brîtanyayê Londonê ye daxuyaniyek vê derbarê de da û hat ragehandin di 10 salên şerê navxwe yê li Sûriyê bi sed hezaran kesên sivîl hatine kuştin, bi awayekî keyfî hatine binçav kirin û îşkence li wan hatiye kirin.

Daxuyaniyê de hat ragehandin li hember sivîlan tewanên şer pêkhatiye û yê ku ew yek teşfîq kiriye kesên serekî yek ji wan jî hevjîna Beşar Esed, Esma Esed bûye.

Hat ragehandin Esma Esed ji artêşê re piştevaniya raya giştî kom kiriye ku çalakiyên terorîstî bike ango artêş teşfîqî wî tiştî kiriye. Li gor daxuyaniya Guernica 37 demeke ew lêkolîn tê kirin û ji polîsê tîma tewanên şer re du dosyayên cuda hatine pêşkeş kirin.

Daxuyaniyê de hat ragehandin dosya ji aliyê saziyên peyvendîdar ve tên lêkolîn kirin û eger tiştên ku tên gotin bên piştrast kirin tenê ji hemwelatiya Brîtanyayê avêtin na, heman demê de pêwîste bê dadgeh kirin jî.

Hat ragehandin derbarê Esma Esed de ji ber çalakiyên terorîstî teşfîq kiriye lêpirsîna pêşekî derbarê wê de hatiye destpê kirin.

Esma Esed a li King’s College ya Londonê xwendina xwe temam kiriye, 45 saliye û di sala 2000ê de li gel Beşar Esed piştî ku jiyana hevjînî pêkanî derbasî Sûriyê bû.

Rojhilta Navîn Haberleri

Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da
Peyama nû ya Trump: Îran ji her demê bêtir nêzikî azadiyê ye
Derbarê Çemçemalê, ev yek bi xelkê nayê kirin - Arif Qurbanî
ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene