Brîtanya: Divê jinên Kurd di birêvebirina Sûriyeyê de cih bigirin

.

Balyozê Brîtanyayê yê li Neteweyên Yekvbûyî James Kariuki eşkere kir ku ew piştgiriya Sûriyeyeke ku Kurd jî te bin dikin.

Nûçegihanê Rûdawê yê li New Yorkê Namo Ebdulah pirsên giring ji Balyozê Brîtanyayê yê li NYyê James Kariuki pirsîn.

Pirs li ser paşeroja şervanên jin ên Kurd û berpirsyariya Brîtanyayê ya di peymana Sykes-Picotê de bûn.

Namo Ebdulah bi bîr anî ku di civîna 13ê Sibatê de behsa beşdariya jinan a di siyaseta Sûriyeyê de hatiye kirin û pirsî, "Gelo hûn dê behsa çarenivîsa şervanên jin ên Kurd bikin? Çimkî niha dilgiranî hene ku ew werin piştguhkirin."

Namo her wiha bal kişand ser pevçûnên dawî yên li Sûriyeyê û peymana Sykes-Picotê û got:

"Gelek çavdêr dibêjin koka pirsgirêkên niha sînorên piştî Şerê Cîhanê yê Yekem in ku di bin sîbera Sykes-Picotê de hatine xêzkirin û Brîtanyayê roleke sereke tê de lîstiye. Van sînoran Kurd dabeşî çar dewletan kirin û bûn sedema jenosîdê. Wekî nûnerê Brîtanyayê, ma hûn berpirsyariya vê mîratê digirin ser xwe û hûn dê ji bo çareserkirina bandorên wê çi gavan biavêjin?"

Kariuki diyar kir ku Encumena Ewlehiyê meha Kanûna Pêşîn serdaneke dîrokî li Sûriyeyê kiriye û got:

"Me nûnerên civaka sivîl, komên jinan û xelkê ji hemû pêkhateyên olî û neteweyî dît. Em piştgiriya hikûmetê dikin da ku Sûriyeyeke ji bo her kesî ava bike û em bi vê yekê bawer dikin."

James Kariuki anî zimên ku ew rûdanên du hefteyên dawî ji nêzîk ve dişopînin û got:

"Baş e ku li ser agirbestê lihevhatin çêbûye. Em piştgiriya Sûriyeyeke yekgirtî dikin.

Ev tê wateya Sûriyeyeke ku ji bo Kurd, Mesîhî û komên cuda yên Îslamî be."

Dema ku Namo ducare pirsa li ser Sykes-Picotê û êşên Kurdan ên di sedsala pêşerojê de pirsî, Kariuki bersiv neda û got: "Bibore, ez naxwazim vegerim ser nêrînên dîrokî."

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Siyamend Efrînî: Hêzên Kurdan venakişin û hebûna hêzên Şamê demkî ye
ŞAM - Eshed Şeybanî û şandeya ENKSyê li hev civiyan
Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 21ê bi we re ye
Tom Barrack: Em naxwazin Sykes-Picoteke nû pêk bînin
Zanîngeha Teknîkî ya Berlînê karmendên ku êrişî Kurdan kir ji kar avêtin