Navenda Nûçeyan- Civata jorîn ya Parlamana Brîtanya danûstandinên ser bernivîsa Brexitê bi dawî kir.
Bernivîs dê bi pejirandina Qralîçe Elizabeth bibe qanûn û Brîtanya dê di 31’ê Çileyê de ji YE’ê derkeve.
Brîtanya di sala 1973’yan bûbû endama YE'ê.
London dê heta dawîya 2020’an jiber qonaxa derbazbûnê li gor biryarên Brukselê tevbigere.