Rojnameya Jewish Chronicle eşkere dike ku Serokwezîrê Brîtanyayê soz da ye ku di nava çend hefteyên bê de pêşnumeyasayekê ji bo xistina Supaya Pasdaran a Îranê ya nava lîsteya terorê pêşkêş bike.
Rojnameya Jewish Chronicle belav kiriye ku Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ev soz di dema serdana xwe ya ji bo sînagoke Cihûyan a li Londonê da ye.
Beriya hefteyekê agir bi wê sînagokê hatibû xistin.
Ev pêngava Brîtanyayê piştî wê yekê tê ku meha kanûna paşîn a borî, Yekîtiya Ewropayê bi tohmeta serkutkirina xwenîşanderan bi naskirina Supaya Pasdaran wekî "rêxistineke terorîst" razî bûbû.
Projeyasaya nû di rê de ye
Dema ku li ser îhtimala xistina Supaya Pasdaran a nava lîsteya terorê pirs ji Starmer hat kirin, wî jî got:
"Li ser aliyên dewletî yên zererker bi giştî û ji bo xistina nav lîsteya qedexekiriyan, pêdiviya me bi yasayekê heye da ku em tevdîrên pêwîst wergirin.
Ew jî ew yasa ye ku em dê di demeke herî nêzîk de pêşkêş bikin."
Serokwezîrê Brîtanyayê her wiha got, "Em dê di nava çend hefteyên bê de biçin rûniştineke nû ya parlamentoyê û wê projeyasayê pêşkêş bikin."
Dilgiraniyên ewlehiyê yên li Londonê
Piştî destpêkirina êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê yên 28ê Sibatê, astên hişyariyê li nav Cihûyên li bakurrojavayê Londonê hatine bilindkirin.
Ev yek piştî zincîreyeke êrişên bi agir ên li ser sînagok û navendên Cihûyan ên li Brîtanyayê pêk hat.
Starmer berê jî ragihandibû ku ew ji wan welatên ku "wekîlên xwe" ji bo çalakiyên tawanbarî yên li nav Şahnişîna Yekbûyî bi kar tînin, zêdetir "dilgiran” e.