Brian Hook: Bazirganiya bi Îranê re tê wateya piştgirîkirina terorê

Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê yê bo karûbarên Îranê ragihand, bazirganiya li gel Îranê tê wateya dabînkirina darayiyê ji bo terorîzmê.

Brian Hook derbarê pêwendiyên bazirganî yên bi Îranê re hişyarî da kompaniyên cîhanê û ragihand, ku divê ti kompaniyên cîhanî li gel Komara Îslamiya Îranê bazirganiyê nekin.

 

Hook got, eger kompaniyek bazirganiyê li gel Îranê bike, dê ji aliyê Amerîka ve were cezakirin.

 

Bi gotina Brian Hook, bazirganiya li gel Komara Îslamiya Îranê tê wateya piştevaniya darayî ya terorîzmê.

 

Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê yê bo karûbarên Îranê diyar kir, dema ku kompaniyek li gel Hikûmeta Îranê bazirganiyê dike, piştevaniya terorê di nav axa welatê xwe de dike.

 

Bi gotina wî rayedarê Amerîkayê, armanca dorpêçên wan ên li dijî Îranê, rawestandina hinardekirina terorîzmê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve ye.

 

Brian Hook destnîşan kir, derbarê xwevedizîn ji dorpêçan jî ew hişyar in û tekez kir, ew dê hemû wan riyan bigirin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê