Li gorî rapora Ajansa Bloomberg a Amerîkî, Tirkiye plan dike ku alavên leşkerî bide hikûmeta Sûriyeyê û peymaneke ewlehiyê îmze bike ku dê rê bide wê ku êrîşî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bike. Ev pêşketin di demekê de pêk tê ku Tirkiye dixwaze hebûna HSDyê li ser sînorên xwe sînordar bike, nemaze li Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî rapora Selcan Hacaoglû ya Bloombergê, rayedarên Tirk diyar kirine ku planên Tirkiyeyê di nav çend hefteyên pêş de kirîna wesayîtên zirxî, balafirên bêmirov (drone), topxane, mûşek û pergalên parastina hewayî vedihewîne. Tê payîn ku ev alav li Rojavayê Kurdistanê werin bicihkirin da ku ji zêdebûna rageşiyê bi Îsraîlê re dûr bikevin.
Ev alavên leşkerî tê payîn ku alîkariya Serokê Demkî Ehmed Şera bikin ku artêşa welêt ji nû ve ava bike. Artêşa Sûriyeyê, piştî hilweşandina Beşar Esed, piraniya cebilxaneya xwe ya leşkerî ji dest dabû.
Karbidestan ji Bloombergê re herwiha gotine ku Tirkiye û Sûriye li ser berfirehkirina peymaneke ewlehiyê ya nêzîkî 30 salî nîqaş dikin. Ev peyman destûrê dide Tirkiyeyê ku êrîşî HSDyê bike ku li nêzîkî sînor dixebite. Tirkiye dixwaze qada operasyonên xwe ji 5 kîlometreyan ber bi 30 kîlometreyan ve berfireh bike, bi giranî li ser deverên di bin kontrola HSDyê de, nemaze li Rojavayê Kurdistanê.
Karbidestan destnîşan kirine ku Tirkiye pêşbînî dike ku Serok Şera li hember daxwazên HSDyê yên ji bo xweseriyeke berfirehtir, nemaze li deverên sînor, li ber xwe bide. Ev pêşketin nîşan dide ku Tirkiye hewl dide ku bi rêya hevkariya leşkerî bi Sûriyeyê re, bandora xwe li herêmê zêde bike û li dijî Rojavayê Kurdistanê tevbigere.