Blinken û Lavrov li ser hevkarîya Amerîka û Rûsyayê axivîn  

.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hevtayê wî yê Rûs Sergey Lavrov roja Çarşemê li Reykjavik ya Îzlanda civîyan.

Herdu wezîran berî hevdîtinê ji rojnamevanan re dan zanîn ku Washington û Moskow cudabîr in, lê divê ew bo hin mijaran bi hev re bixebitin.

Blinken dîyar kir ku cudabîrîya Washington û Moskowê ne ‘’sireke veşartî’’ ye, got ewê bersîva çalakîyên Rûsya yên êrîşkar bidin û da zanîn ku ger serokên her du dewletan bi hev re bixebitin ewê cîhan cîhekî ewletir be.

Ew civîna Blinken û Lavrov, hevdîtina pêşî ya payabilind ya rêvebirîya Serok Joe Biden û Kremlînê ye.

Biden di meha Adarê de ser hevtayê xwe yê Rûs Vladimir Putin gotibû ku ‘’kujer’’ e û girjîya di navbera Amerîka û Rûsya de gurtir bûbû.

Moskowê balyozê xwe yê li Amerîka bo danûstandinê vexwendibû û ew hîn venegerîye Washingtonê.

Lavrov dîyar kir ku ew hazir in ku kêşeyên ji rêvebirîya berê ya Amerîka mane çareser bikin.

Blinken jî da zanîn ku her du dewlet dikarin bo têkbirina vîrusa korona, têkoşîna dijî guherîna îqlimê, rawestandina bernameya navokî ya Îran û Koreya Bakur û şerê li Afganistanê, bi hev re bixebitin.

Herwiha Blinken dîyar kir ku ew hevkarî dê karibe bo Amerîkîyan û Rûsyan û welatîyên din yên cîhanê rewişeke rindtir çêke.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê