Blinken: Em normalbûna bi Esed re red dikin!

.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken li ser hewldanên asayîbûnê yên welatên Erebî û Tirkiyeyê bi rejîma Sûriyê re ragihand ku Amerîka heta pêşketineke siyasî ya rasteqîn bi rêya Neteweyên Yekbûyî (NY) çenêbe, piştgiriyê dane normalbûna bi hikumeta Şamê re.

Anthony Blinken got ku Amerîka piştgiriyê dide biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya jimara 2254an, ji ber ku çareya yekane ya bidawîkirina şerê li Sûriyê ye.

Blinken bi rêya telefonê ji hempîşeyê xwe yê Urdinê Eymen El Sefedî re destnîşan kir ku Washington normalbûna bi rejîma Beşar Esed re red dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, çend roj berê Wezîrên Derve yên Sûriye, Misir, Iraq, Siûdî û Urdinê li Emanê ji bo diyarkirina çarçoveya asayîbûna bi Sûriyê re û çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê civiyabûn.

Siyaset Haberleri

Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye
Pêwendiya telefonî ya Sine û Silêmaniyê: 'Ji bo alîkariyê amade ne'