'Bîrnebûn'a 77'an derket

Kovara Bîrnebûn ku sê mehan carek dirdikeve bi hejmara xwe ya 77'an li pêşberî xwendevanên xwe ye.

Navenda Nûçeyan - Kovaar Bîrnebûnê li ser kurdên Anatoliyê weşanê dike. Ev zêdetirî 20 salan de dertê û niha hejmara xwe ya 77'an pêşkêş kirine. Kovara ku bi piştgiriya Weqfa Kurdên Anatolîya Navîn li Swêdê û Komela Ziman li Almanyayê dertê dikare ji ser malpera wan re wekî PDF bê daxistin û xwendin.

Ji vê hejmarê de Haci Erdogan li ser rewşenbîrê kurd Riza Baran ku kurtedemek berê wefat kir nivîsiye "Riza Baran, jîyaneka bi rûmet ji Anatolîya Navîn heta Almanyayê".

Edîtorê kovarê Alî Çîftçî bi ser navê "Keçika pêncsalî li ber qijeqija tavê bi zincîrê hatibû girêdan" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.

Di kovarê de ji klam, çîrok û nivîsên cur bi cur gelek tişt hatine weşandin. Mem Xelîkan, Gurdo, Îhsan Turkmen, Adem Ozgur, Nuh Ateş, Fatos Koyuncuer-Brunner, Mehtab Îdelî, S. Erdem, Mûlla Evîndar, Dr. Ekrem Onen, Abdulbaki Xalîsînan, Ecevit Yilrinil, Nuh Ateş, Hizir Akbîna bi nivîs û wergerên xwe di vê hejmarê de cih girtine. Her wiha ji aliyê helbestan ve jî helbestên Seyfi Dogan, Xizan Şîlan, Servet Xelîkanî, Xalit Temlî, Mem Xelîkan, Mîr Remê Hêlkecik hatine weşandin.

Ji bo daxistinê:

BÎRNEBÛN - 77

 

Siyaset Haberleri

Dujarric: Li Kobaniyê metirsiya belavbûna nexweşiyan heye
Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongreya Amerîkayê: Kiryarên li hemberî HSDyê û Kurdan nayên qebûlkirin
Endamên Kongreyê li ser Rojavayê Kurdistanê û parastina mafên Kurdan ji Rûdawê re axivîn
Parlamentoya Ewropayê êrişên li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin
Amerîkayê 12 meqes dan Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Herêma Kurdistanê