Birîtaniyayê, balyozxaneya xwe li Têhranê de daxist

.

Berdevkê dewleta Birîtaniyayê ragihandiye, balyozxaneya Birîtaniya li Têhranê hatiye daxistin û hemû karmedên vê, ji Îranê derketine.

Herwisa Birîtaniyayê jî weke zaf welatên din welatiyên xwe haydar kirin ku hindî zû ji Îranê derkevin.

Herwisa “Reutres”ê ragihandiye ku Birîtaniyayê hêz û personelên xwe yên serbazî ji binkeya Birîtaniya li welatê Qeterê veguhastine.

Pêka raporeka rojnameya birîtanî ya “Daily Mail”, Donald Trump Serkomarê Amerêkayê 50 armancên hestitar li Îranê de destnîşan kirine ku êrîşê bike ser.

Pêka vê raporê, navendên stratejîk û jêrxanên bingehîn ên rêjîma Îranê li vê xerîtê de hatine diyarîkirin.

Donald Trump, soz daye xelkê Îranê ku dê bi hawara wan de bêt, û daxwaz ji serhildêran kiriye ku li ser şeqaman berdewm bin û alîkarî nêzîk e.

Lewra piraniya welatan berî evê ku ev êrîş destpêbike, karmend û welatiyên xwe ji Îranê derdixin.

Siyaset Haberleri

Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê: Divê pirsgirêka mûşekên balîstîk ên Îranê were çareserkirin
Li Şingalê gora bikom a 67 Kurdên Êzidî tê vekirin
Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin