Birêvebiriya Kar û Barên Sivîlan a Hisîçayê: Nivîsandina 'Erebê Sûriyeyî' şaşiyeke ferdî ye

.

Birêvebirê Kar û Barên Sivîlan ê Hisîçayê Ezîz Mihêmid ragihand ku nûçeyên derbarê nivîsandina "Erebê Sûreyeyî" di formên wergirtina nasnameyê de, ji ber şaşiyên ferdî yên serlêderan in.

Ezîz Mihêmid da zanîn ku ev şaşî di dema dagirtina forman de çêbûne.

Ezîz Mihêmid derbarê wan wêneyên formên nasnameyê yên ku hatibûn belavkirin daxuyaniyek da.

Di wan wêneyan de dihat îdiakirin ku li ser Kurdan hatiye ferzkirin ku xwe wekî "Erebê Sûreyeyî" bidin naskirin.

"Nêrînên ferdî nîşan nadin"

Mihêmid got, "Ew agahiyên derbarê nivîsandina 'Erebê Sûreyeyî' de di formên wergirtina nasnameyê de, ji ber şaşiyên ferdî yên serlêderan bûn û ti nêrînên fermî nîşan nadin.

Li gorî rêbazan, divê di xaneya regezê de tenê 'Sûrî' were nivîsandin."

"Em girîngiyê didin parastina nasnameya Kurdan"

Birêvebirê Kar û Barên Sivîlan ê Hisîçayê her wiha got:

"Em girîngiyê didin parastina nasnameya Kurdan wekî beşeke resen a pêkhateya niştimanî.

Em dixebitin ku hêsankariyên pêwîst pêşkêş bikin da ku welatiyên Kurd li gorî çarçoveyên qanûnî nasnameya xwe wergirin."

Ezîz Mihêmid di dawiya axaftina xwe de derketina vê biryarnameyê li Kurdan pîroz kir.

Wî destnîşan kir ku hikûmet bi biryar e dosyeya "Mektûman" (kesên bênasname) bi temamî çareser bike.

Li gorî hin amarên nefermî, ji ber serjimêriya awarte ya ku 1962yan li parêzgeha Hesiçayê hatibû kirin, nêzîkî 200 hezar Kurd ji mafê welatîbûnê bêpar mabûn.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PWK: Hişmendîya Xalid Begê Cibrî û hevalên wî îro jî rêya me rohnî dike
Krêmlîn: Dorpêçkirina benderên Îranê dê bandoreke mezin li ser aboriya cîhanê bike
Di heyeta Îranê ya çû Pakistanê de qatilê Dr. Abdurrahman Qasimlo Sahrarodî jî hebû
Rêyên Til Temir, Dirbêsiyê û Serê Kaniyê hatin vekirin
Tevî şikestina danûstandinan Amerîka û Îran li ser danûstandinan berdewam in