Binke û bargeha Partiya Azadî ya Kurdistanê bû armanc

.

Sibêdeha roja Çarşemî 21ê Kanûna Paşîn, Partiya Azadî ya Kurdistanê bi belavkirina daxuyaniyekê îşare bi êrîşa mûşekî û dironî ya komara îslamiya Îranê bo ser binke û bargehên xwe kiriye

Li beşeke vê daxuyaniyê de hatiye:

Hevdem digel serhildana xortên netewa me û cangorîkirina hevalên me li ser şeqamên Rojhilata dagîrkirî û berxwedana xortên Kurdistanê li Rojavayê niştiman, sibêdeha îro careke din dewleta dagîrkra Îranê li pêngaweke tirsinokaneya bênirx de binke û bargehên sipaya milliya Kurdistanê bi çendîn êrîşên mûşekî û dironî kirine armanc.

Herwisa li beşeke din a vê daxiyaniye de hatiye ku li vê êrîşê de heval “Muzefer Mihemedzade”, naskirî bi “”Nebez”, endamê yekeya locistîkiya sipaya milliya Kurdistanê, hatiye şehîdkirin û hevalek din jî birîndar bûye.


Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin