Bîlançoya xwepêşandanên li Fransayê hat eşkerekirin

Wezareta Navxweyî ya Fransayê derbarê protestoyên ji 17ê Mijdarê ve bi sedema bihayî û zêdekirina bihayê sotemeniyê li seranserê welêt berdewam dikin, daxuyanî da.

Wezaretê ragihand ku di protestoyan de, li Parîsa peytaxta Fransayê 10 hezar kes, bi tevahî jî 136 hezar kesan beşdarî xwepêşandanan kiriye.

 8 ji wan polîs 263 kes di bûyeran de birîndar bûne û 630 kes jî hatine binçavkirin.

Di xwepêşandanên roja Yekşemê de jî 22 ji wan hêzên ewlekariyê 43 kesan birîndar bûn û 424 kes jî hatin binçavkirin.

Di xwepêşandanên heta niha berdewam dikin de, 2 kesan can daye.

Wezaretê herwiha da xuyakirin ku dê hejmareke mezin a protestokaran werin dadgehkirin.

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir