Bîlançoya êrişa şeva borî giran e: Gelo ev êriş plankirî bû?

.

 Hevseroka Encûmena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêmanê ragihand ku di êrişa li ser taxên Kurdan ên li Helebê de jinekê canê xwe ji dest daye û 19 sivîl jî birîndar bûne.

Hevseroka Encûmena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê Hêvîn Silêman tevlî bultena Rûdawê bû û hûrgiliyên êrişa şeva borî ya li ser taxên Kurdan eşkere kirin.

Hêvîn Silêmanê diyar kir ku êrişê doh danê êvarê saet derdora 04:00-05:00an ji aliyê "komên çekdar ên girêdayî artêşa Sûriyeyê" ve li herêma Diwara Şîhanê dest pê kiriye.

Hêvînê da zanîn ku komên çekdar ên hikûmetê destpêkê êrişî nuqteya Hêzên Ewlehiya Hundirîn kiriye û 2 endamên hêzê birîndar bûne û piştre jî êriş berfireh bûye.

"Bi tank û çekên giran êriş kirin: 19 sivîl birîndar bûn"

Hevseroka Encûmenê ragihand ku di saetên şevê de êrişeke "pir hov" bi çekên giran û tankan li dijî sivîlan pêk hatiye û bîlançoya êrişê wiha eşkere kir:

"Di encama topbaranê de 19 sivîl birîndar bûn ku di nav wan de zarokekî 7 salî jî heye. Her wiha jineke ku temenê wê di navbera 40-45 salî de bû şehîd ket."

"Êriş ne tesaduf e, girêdayî serdana şandeya Tirkiyeyê ye"

Hêvînê destnîşan kir ku ev êriş ne tesaduf bûye û amadekariyeke demdirêj jê re hatiye kirin.

Hevseroka Encûmenê bal kişand ser ziyareta şandeya Tirkiyeyê ya ji bo Şamê û got:

"Ev êriş girêdayî ziyareta şandeya Tirkan a ji bo Şamê ya doh e; di çarçoveya wê hevdîtinê de ev êriş hat kirin.

Çend roj beriya êrişê, dronên keşfê yên artêşa Şamê li ser taxê digeriyan û amadekariya êrişê dihat kirin."

Hêvînê diyar kir ku her çi qas ev kom girêdayî artêşa Sûriyeyê bin jî, "fermanên xwe ji aliyê Tirkiyeyê ve digirin."

"Agirbest hat ragihandin"

Hêvînê li ser rewşa dawî ya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê jî da zanîn ku êrişan heta nîvê şevê berdewam kiriye lê piştre agirbest hatiye çêkirin.

Siyasetmedara Kurd di berdewamiyê jî de got, "Piştî nîvê şevê, di encama têkiliyên Hêza Ewlehiya Hundirîn a bi hikûmeta Şamê re, lihevkirin çêbû û midaxele hatin kirin ku êriş bên sekinandin."

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê elektrîk û înternet hatin qutkirin
PWK: Em êrîşên komên çekdar ên ser bi Hikûmeta Şamê ve, yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar dikin
Li Bodrumê êrişî alîgirên Amedsporê hat kirin
Rêveberiya Xweser: Êriş xizmeta dijminên Sûriyeyê dikin
ÊLIH - Çîroka serkeftinê ya gundê Mehînayê: 53 bijîşk û 150 mamoste gihandin