Federasyona Bijîşkî û Zanistî ya Kurdistanê ya li Brîtanyayê (KMSF), konferansa xwe ya salane li dar xist.
Hejmareke zêde ya bijîşk, zanyar û pisporên Kurd ên li wî welatî dijîn tevlî konferansê bûn.
Di konferansê de teqezî li ser veguhastina ezmûn û sîstema tenduristiyê ya Brîtanyayê ji bo Herêma Kurdistanê hat kirin.
Konferans di bin navê "Piştgirî li Neteweya Me, Biêşxistina Nasnameya Me" de hat lidarxistin û armanc jê bihêzkirina pêwendiyên zanistî û pîşeyî û veguhastina şarezayiyan ji bo Kurdistanê bû.
“Em dixwazin sîstema Brîtanyayê veguhezînin Kurdistanê”
Heme Eta bijîşkê pispor ê gurçik û mîzdankê ye li Brîtanyayê û yek ji beşdarên konferansê ye.
Heme Eta ji Rûdawê re got, "Armanca me ji vê konferansê ew e ku em bijîşk û zanyarên derveyî welat û yên Kurdistanê bi hev ve girê bidin, em dixwazin wê sîstema Brîtanyayê veguhezînin Kurdistanê."
Ew bijîşkê Kurd amadehiya xwe nîşan da ku vegere Kurdistanê û kar bike û got, "Çareserkirina pirsgirêkên sîstema Herêma Kurdistanê ne hêsan e lê bi hewldanê dê çareser bibe."
Pispora nexweşiyên jinan Senarya Reûfê jî amaje bi wê yekê da ku asta zanînê di nav bijîşkên Kurd de bilind e û pisporên Kurd ên li derveyî welat dikarin bibin alîkar.
Senaryayê di berdewamiyê jî de got, "Em dikarin bi awayekî xwebexş an jî bi awayekî online beşdarî konferansên Herêma Kurdistanê bibin.
Em dikarin bi rêya van cure konferansan di warê nexweşiyên jinan girîngiyeke zêdetir bidin dayîkên ducanî."
Di konferansê de panelên wekî, "Pira Pêwendiyê: Sûdwergirtina ji şarezayiya bijîşkî ya Kurdên Brîtanyayê ji bo bipêşxistina sektora tenduristiyê li Kurdistanê" û "Vegerandina Mêjiyan: Sûdwergirtina ji akademîsyenên Kurd ên derve" hatin lidarxistin.