Biden: Trump li ser demokrasiyê gef e

.

Serokê Amerîkayê Joe Biden êrîşa tund li Donald Trump dike û wî weke gefek li ser demokrasiyê bi nav dike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden êrîşa tund li Donald Trump dike û wî weke gefek li ser demokrasiyê bi nav dike.

Joe Biden di gotarekê de ragihand, Donald Trump û alîgirên wî, li ser bingehên komara Amerîkayê gef in û got: “Wekhevî û demokrasî li welat di bin gefan de ne.”

Biden tekez kir ku ti cihek ji bo tundûtûjiya siyasî li Amerîkayê tune ye, wek amajeyek bo Donald Trump.

Hefteya borî polîsê FBI avêtibûn ser maleke Donald Trump, Serokê berê yê Amerîkayê û Trump jî li ser vê mijarê gotibû: “Ev tişt ji bo wê yekê hatiye kirin ku ez xwe ji bo hilbijartinên serokatiyê ya sala 2024an namzed nekim.”

Alîgirên Donald Trump roja 6ê Çileya 2021ê, êrîş kiribûn ser avahiya Kongresa Amerîkayê, ji ber vê yekê Trump ketiye ber êrîşeke yasayî û siyasî û weke gefek li ser proseya siyasî û demokrasiyê tê binavkirin.

Amerîka Haberleri

Li Kanadayê otomobîlekê xwe da nav festîvalê: Gelek mirî û birîndar hene
Trump telefon, komputer û çîpan ji nav lîsta baca gumrikê derxist
Konsulê Ermenistanê: Herêma Kurdistanê nasnameya Ermeniyan û çanda wan parastin
Mark Carney sond xwar û bû serokwezîrê Kanadayê
Li Sûriyê goreke din a komî hate dîtin: 50 term tê de ne