Biden: Putin bi êrîşa ser Ukraynayê daxwaz kir ku hîma cîhana azad hilweşîne

.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di gotara salane ya Rewşa Yekîtiyê de di derbarê Ukraynayê de axivî û piştgirîyeke xurt dayê.

Serok Amerîkayê Joe Biden da zanîn, Amerîka wê ji milyarek dolaran zêdetir alîkariya rasterast bidin Ukraynayê.

Herwiha Biden eşkere kir, Vladimir Putin bi êrîşa ser Ukraynayê daxwaz kir ku hîma cîhana azad hilweşîne û vîna wê ji bo daxwazên xwe yên gênî bitewîne, lê nêrîna wî şaş derket.

Biden di derbarê Putin de destnîşan kir: “Putin hizir kir ku dikare bi hêsanî têkeve hindurê Ukraynayê û dinya jî bêdeng bimîne, lê ew li dîwarekî sitûr qelibî ku wî qet pêşbînî nedikir.

Biden diyar kir: “Ji Serokê Ukraynî Zelenskyy heta Ukraynî giş bêtirsbûna xwe, wêrekiya xwe û biryarderiya xwe nîşan dan û ji tevahiya cîhanê re bûn îlham.”

Avrupa Haberleri

Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê
Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend
Sergey Lavrov û Marco Rubio li ser danûstandinên Stenbolê axivîn