Biden: “Em ê li Rojhilata Navîn cîyên vala nehêlin ku Çîn û Rûsya dagirin”

.

Serokê Amerîka Joe Biden li Erebistanê li bajarê Cideyê di civîna çapemeniyê de ragihand ku wê di Rojhilata Navîn de ciyê vala nehêlin ku Rûsya û Çîn wan valahiyan dagirin. Biden her weha xwest ku agirbesa li Yemenê bê dirêjkirin. Biden her weha bi rêvebirên Erebistanê re li ser ewlehiya enerjiyê danûsitendina fikrî kirine. Biden di axaftina xwe de weha got:

“Em ê hewlekî bidin ku pêdiviya Iraqê ya enerjiyê di rêya Erebistanê û welatên kendavê de temîn bikin. Em ê Iraqê di herêmê de bikin welatê herî pêşdeçûyî. Em ê Iraqê ji girêdayîbûna Îranê rizgar bikin. Di wexta ez cîgirê serokê Amerîkayê bûm de jî, hedefa min ew bû ku girêdabûyîna Iraqê ya bi Îranê re daxim asta herî kêm.”

Biden her weha behsa rêyên xwurtkirina bi qaralê Erebistanê bi Selman bin Abdulaziz re kir. Li gor ajansa Erebistanê ya SPA yê; Biden bi qral Selman re li Qesra Selamê ya Cideyê de hatin cem hev. Di hevdîtinê de behsa têkiliyên dîrokî yên navbera her dû dewletan û xwurtkirina di sehayên ku xizmetê ji xelkê her dû welatan re bike axifîne.

Di hevdîtinê de Muhammed Bin Selman, musteşarê netewî yê Erebistanê Musaid bin Muhammed el-Ayban, wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken û şêwrimendê netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan amade bûn. Biden her weha bi prens Muhammed Bin Selman re hevdîtinekî bi tenê taybet kiriye.

Li gor televizyona Erebistanê ya El Îxbariye; bende ne ku di navbera her dû dewletan de hinek Peyman bên îmzekirin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike