Biden: Divê dewleta Filistînî were avakirin û hebûna Îsraîlê jî bê naskirin

.

 Serokê Amerîkayê Joe Biden, ji bo jinûveavakirina Gazzeyê bang li civaka navdewletî kir. Biden herwiha da zanîn, ji bo pêkhatina aştiyê li Rojhilata Navîn, divê dewleta Filistînî were avakirin û li kêleka wê, mafê hebûna Îsraîlê jî bê naskirin.

Joe Biden bang li her du aliyan kir ku pabendî agirbesta ragihandî bibin.

Wezîrê Karên Derve Anthony Blinken jî bi pêwendiyeke telefonî ligel Serokê Filistînî Mehmûd Ebas, misogerkirina mayindekirina agirbesta ragihandî nîqaş kir û diyar kir, ew ê bi Filistîn û NY re li ser karkirina pêşkêşkirina alîkariyên lezgîn ku ji bo jinûveavakirina Gazzeyê ne, pabend bin.

Piştî ragihandina agirbestê di navbera Israîl û Filistînê de, tê payîn Blinken çend rojên din serdana Rojhilata Navîn bike û bi hempîşeyê xwe yê Israîlî û Filistînî re bicive.

Di şerê 11 rojan ê Îsraîl û Filistinê de, di nav de 66 zarok, 248 kesan can dan û zêdeyî hezar û 900 kes jî birîndar bûn.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin